Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya 26`ê Çileyê salvegera 6`emîn a rizgarkirina bajarê Kobanê daxuyaniyek da.
‘ÊRÎŞ BÛ DESTPÊKA BI DAWÎBÛNA WÊ’
YPG`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di 26`ê Çileya 2015`an de gelê berxwedêr û şervanên leheng serkeftina Kobanê diyarî tevahî mirovahiyê kirin û wiha got: “Wekî tê zanîn terora DAÎŞ`ê di sala 2014`an de gihaştibû lutkeyê û di nav dewlet û gelên herêmê de tirsekî mezin ava kiribû. DAÎŞ bi gelek pêkanînên dermirovî li gelek deveran qetlîaman çêdikir û ji ber tirsa ku li herêmê ava kiribû, gelek bajar û bajarok xistibû destên xwe. Hatibû astek wisa ku beriya ku DAÎŞ biçe bajarek, artêş ji ber wê direviyan û bi awayekî xwezayî herêmên xwe teslîmî DAÎŞ dikirin. Di serdemeke wisa de ku terora DA;Ş`ê di lutkeyê de bû, di Îlona 2014`an de êrîşî Kobanî kirin. Lê ev yek bû despêka bidawîbûna wan.”
‘JI BO CÎHANÊ BÛ HÊVÎ’
Fermandariya YPG`ê destnîşan kir ku berxwedana Kobanê ji bo hemû gelên herêmê û cîhanê bû hêviyeke mezin û bi taybet ji çar parçeyên Kurdistanê, ji gelek aliyên herêmê, ciwanan berê xwe da Kobanê û di wê berxwedana dîrokî de cihê xwe girtin û wiha dewam kir: “Bi pêşengtiya hêzên me berxwedaneke bêhempa hat meşandin. Piştî serkeftina berxwedana Kobanê, bi gelek pêngavên dîrokî, bajar û bajarokên ku ji aliyê DAîŞ`ê ve hatibûn dagirkirin, hatin rizgarkirin. Herî dawî di 2019`an de li Baxozê DAîŞ di aliyê cografî de hate tunekirin.”
‘BI RUHÊ KOBANÊ EM Ê LI DIJÎ HER CÛRE ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ BISEKININ’
YPG’ê wiha domand: “Bi pêşengtiya hêzên me û bi fedekarî û lehengiya bêhempa ya gelê Kurdistanê û gelên herêmê û bi tevlîbûna şoreşgerên enternasyonal ev serkeftin diyarî cîhanê hate kirin. Lê îro ev gelê ku li hember DAÎŞ`ê têkoşîn daye û herêm ji terora DAÎŞ`ê rizgar kiriye, ji aliyê bermahiyên DAÎŞ`ê ve rastî her cûre dagirkerî, qetlîam û asîmîlasyonan tê. Zihniyeta DAÎŞ`ê û zihniyeta ku îro pê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine yek e. Jixwe tê zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku navên cuda li xwe kirine, bi piranî bermahiyên DAÎŞ`ê ne û îro bi pêşengtiya dewleta Tirk a dagirker heyfa xwe ji gelê herêmê distînin. Lê mixabin hemû cîhan li hemberî wan pêkanînan bêdeng e û gelê herêmê ku binxistina DAÎŞ`ê ji cîhanê re diyarî kiribû, bi qetlîam û asîmîlasyonan re rû bi rû hatiye hiştin. Çawa ku dîrok serkeftina berxwedana Kobanê ji bîr neke, wê vê bêdengiyê jî ji bîr neke.”
Fermandariya Giştî ya YPG`ê di dawiya daxuyaniya xwe de bi boneya vê rojê hemû şehîdên qehreman bi bîr anîn û diyar kir wê bi ruhê berxwedana Kobanê li hemberî her cûre dagirkeriyê bisekinin û bi biryardariyeke mezin wê têbikoşin û gel, welat û nirxên mirovahiyê biparêzin.