Cenazeyê Nazliye Mistefa ya ku dewleta Tirk qetilkirî, hate veşartin

Nazliye Mistefa ya ku di êrîşa dewleta Tirk a li Til Rifatê de şehîd bûyî, bi merasîmekê li Fafînê hate veşartin.

Cenazeyê Nazliye Mistefa ya ku li Tir Rifatê di êrîşa dewlet Tirk de şehîd bibû, bi merasîmekê spartin axê.

Cenazeyê Nazliye Mistefa ji Nexweşxaneya Avrîn wergirtin û ber bi goristana li Fafînê ve ketin rê. Piştî ku di goristanê deqîqeyekê rêz hate girtin, Endama Koordînasyona PYD’ê Hediye Yûsif axivî.

Hediye Yûsif êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kir û diyar ku dixwazin bi qetlîamê gel ji axa wan dûr bike. Hediye Yusif diyar kir ku dewleta Tirk nabêje ev jin e, zarok e û sivîl e her kesî qetil dike û  got, “Berxwedana gelê li Şehbayê dijmin hêrs dike. Her çiqasî êrîş mezin bibe jî wê berxwedanî dom bike. Hetanî azadiya Efrînê wê têkoşîna me dom bike.”

Piştre Endamê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Remedan û endama Meclisa Kantona Şehbayê Nesrîn Îlêwî axivîn.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

Girse cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan de spart axê.