Rêveberiya Xweser: Berxwedana Kobanê mîrateya cîhanê ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku Berxwedana Kobanê mîrateya cîhanê ye û destnîşan kir ku rizgarkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî bi qasî rizgarkirina Kobanê girîng e.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 6'an a Berxwedana Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku rizgarkirinê herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine û di serî de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, pêwîstiyeke û xwedî heman girîngiya rizgarkirina Kobanê ye, ku bû destpêka hilweşîna pratîka terorê.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di demekê de ku piştî serweriya parçeyên mezin ji xaka Sûriyeyê û Iraqê û ragihandina bajarê Reqayê wekî paytexta xîlafeta Îslamê, hêza rêxistina terorîst a DAÎŞ'ê gihaşt lutkeyê û DAÎŞ veguherî xeteriyeke mezin û gef li Sûriyeyê, herêmê û tevahî cîhanê xwar.

Berxwedana li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye raberkirin ku herêma herî zêde di bin serweriya çeteyên DAÎŞ'ê de bû wê demê, ne berxwedaneke normal bû. Wê berxwedanê di parastina Sûriyeyê û tevahî cîhanê ji gefên rêxistina terorîst DAÎŞ`ê de rol lîst. Rizgarkirina bajarê Kobanê di 26`ê Çileyê 2015`an de, destpêka hilweşîna rêxistina DAÎŞ`ê bû û piştî ku berxwedana Kobanê veguherî destanekê, serkeftin li pey hev pêk hatin. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di parastina herêmê xwe ji Kobanê heta tunekirina DAÎŞ`ê di 23`ê Adara 2019`an de li Baxozê, ji wê berxwedanê hêz girtin.

Kobanê, projeya Rêveberiya Xweser di 27'ê Çileya 2014`an de wekî tecrubeyeke demokratîk pejirand û ew tecrube bû bingeke sereke ji bo avakirina projeya demokratîk li Sûriyeyê bi giştî.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev roj bi bîranînan dagirtî ne, ji wan salvegera 6`emîn a rizgarkirina bajarê Kobanê di 26`ê Çileyê 2015`an de û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê dikeve sala xwe ya heftan.  Em van her du boneyan bi bîranîna lehengiyên Kobanê û fedekariya şehîdên wê bi bîr tînin. Wan fedekariyên ku rêya rast a berxwedana ji bo avakirina îradeya demokratîk û azad ji gelan re, diyar kir. Ev her du bone bi serketina Kobanê li dijî teror û faşîzmê û projeya Rêveberiya Xweser, sûtneke sereke di avakirina Sûriya demokratîk a ji bo hemû welatiyên Sûriyeyê, çêdike.

Bi bîranîna her du boneyan piştrast kirin ku dewleta Tirk a ku desteka terorîzmê dike, ne tenê li ser herêmên wan lê belê li ser tevahiya gelên ku hewl didin DAÎŞ'ê têk bibin û demokratiyê ava bikin, xeternak e."

Di daxuyaniyê Rêveberiya Xweser wiha domand: "Serketinên ku li Kobanê hatine bidestxistin mîrasa tevahiya cîhanê û mirovahî ye. Berxwedana Kobanê bû asteng ji pêkanîna projeya dagirkirin û berferhkirinê re, her wiha berxwedana Kobanê bû destanek lehengiyê.

Vîna li Kobanê bû nuqteyek hêviyê di têkbirina DAÎŞ'ê de, her wiha destwerdana Koalîsyona Navneteweyî li Kobanê da ku DAÎŞ'ê têk bibin û liv û tevgera cîhanê bi awayek mezintirîn bû sedem ku di 1'ê Cotmehê bibe roja cîhanî ji bo Kobanê.

Em wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de piştrast dikin ku berdewamiya piştgiriya dewleta Tirk ji bo terorê di heman demê de metirsiyek e li ser destkeftiyên li dijî DAÎŞ'ê me bi dest xistine, ji ber vê her aliyek ku dixwaze ev metirsî bi dawî bibe divê helwestên xwe li dijî dewleta Tirk û kiryarên wê yên piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ku ji nû ve piştgirî daye şaneyên DAÎŞ'ê li herêmê, nîşan bide."

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Em piştrast dikin ku girîngiya rizgarkirina herêmên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, bi qasî girîngiya  rizgarkirina Kobanî ye.

Her wiha em bang li tevahî pêkhateyên herêmê dikin ku li ser xeta berxwedana Kobanê, Efrîn û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bimeşin, ji ber ku ev berxwedanî rêya herî serfiraz e ji bo gihaştina serkeftin, civakek demokratîk û aramiyê li seranserê Sûriyeyê.

Em tevahî şehîdên Kobanê û şehîdên tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav dikin."