PYD'ê serfiraziya Kobanê pîroz kir
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê serfiraziya Kobanê pîroz kir û got, ''Em sond dixwin ku têkoşîna xwe geş bikin û xaka xwe rizgar bikin.''
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê serfiraziya Kobanê pîroz kir û got, ''Em sond dixwin ku têkoşîna xwe geş bikin û xaka xwe rizgar bikin.''
Ji bo salvegera 6`an a rizgarkirina Kobanê Partiya Yekitiya Demokraîk (PYD) daxuyaniyek da. Daxuyanî li Goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê hate dayin.
Bi dehan endam û rêveberên PYD`ê, kesayetên ji saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û zarokên şehîdan hazir bûn.
Daxuyanî wiha ye:
“Di sala 2011`an de Şoreşa Sûriyê dest pê kir. Bi wê re hêzên hegemon bi rêya çeteyan dest li herêmê werdan da ku berjewendiyên xwe li Sûriyê û tevahî herêmê pêk bînin û li gorî berjewendiyên xwe nexşerêya pêşerojê xêz bikin. Destwerdana dewleta Tirk ji destspêkê ve diyar bû. Armanc tunekirina xeyalên bidestxistina azadiyê yên gelê Kurd û gelên din ên li herêmê bû, ji bo wê yekê gelek hewldan kirin lê hemû hewldanên wê vala derketin.
Di sala 2014`an de li gorî senaryoyeke bi guman a di navbera gelek hêzan de çeteyên DAIŞ`ê ber bi bajarê Kobanê ve hatin şandin, piştî ku rûberên berfireh ji xaka Sûriyê û Iraqê û gelek çekên pêşketî bi dest xist. Piraniya çavdêr û şîrovekaran pêşbîn dikirin ku wê di 24 saetan de bajarê Kobanê dagir bikin, lê belê Kobanê li ber xwe da û bi xwîna keç û xortên xwe efsaneyên lehengiyê nivîsand.
Weke vê rojê di sala 2014`an de çavên her kesî li Kobanê bûn. Hinekan dixwest ku tarîtî li tevahî herêmê belav bibe, hinekan jî dixwest ku şervanên Kurd ku bûn sembola berxwedanê û bingeha avakirina projeya netewa demokratîk, bi serkevin.
Berxwedana Kobanê di dîroka mirovahiyê de nimûneyeke ne ji rêzê bû. Keç û xortên wê li hemberî êrişên hovane li ber xwe dan û kesayeta têkoşer û berxwedêr afirandin. Bi têkoşîna xwe sekna li hemberî hêzên zulmkar berdewam kirin. Girê Spî, Sirîn, Minbic, Tebqa, Reqa, Dêrazor û Baxoz rizgar kirin. Weke vê rojê şervanan serketina li dijî DAIŞ`ê ragihandin û ev yek gavek ber bi dawîkirina hêzên zulmkar di şexsê DAIŞ`ê de bû. Her wiha şervanên enternasyonal ên ji seranserê cîhanê û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ku piştgiriya şervanên YPG û YPJ`ê kirin, roleke sereke di vê serkeftinê de lîstin. Hêzên Pêşmergeyan ku 150 endamên wan hatin Kobanê, bi wê yekê gava yekemîn ber bi pêkanîna yekitiya kurdî ve avêtin.
Her wiha di van rojan de salvegera 7`emîn a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê ye. Rola wê di birêxistinkirina civakê de, pêşkêşkirina xizmetên pêwîst di rewşên zehmet de sereke bû. Her wiha ew bingeha piştgirîdayîna berxwedana dîrokî ya Kobanê bû.
Dema ku zarokên Kobanê, DAIŞ têk birin serçeteyê wan soz da ku tola wan hilde û rêya wan bişopîne, lê belê piştî ku hemû daxwazên wan ên pêkanîna çavnebariyên xwe bi bin ketin. Erdogan rûyê xwe ya rastîn eşkere kir û biryara komkujiya Kobanê da ku di encamê de gelek sivîlên bê guneh hatin kuştin. Lê belê vê yekê kîna Erdogan kêm nekir û vê carê bi artêşa xwe dest bi êrişên li dijî xaka Sûriyê kir û bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.
Ew yek li pêşiya çavên hemû hêzên navneteweyî û di serî de Rûsya û hikumeta Şamê pêk hat, ku bi bêdengiya xwe bûn hevkarên planên dagirkirina xaka Sûriyê.
Em Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şaxê herêma Firatê em soz didin gelên Sûriyê û bi taybet gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku em ê têkoşîna xwe bilind bikin û hewldanên rizgarkirina tevahî axa Sûriyê bidomînin. Em van her du boneyên li ser dilê me ezîz, bîranîna paqijkirina Kobanê ji terorê û 7'emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firat li malbatên şehîdan, şopdarên rêya azadiyê, berxwedêrên li eniyên şer û li tevahî gel pîroz dikin.”