Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser, qetilkirina du jinên rêveber şermezar kir

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qetilkirina Hevseroka Tel Şayir û Cigira wê şermezar kir.

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser kuştina hevseroka meclisa bajarokê Til El Şayir û cigira wê şermezar kir û got ev yek tê wateya ku çete dixwazin îrade û hêza jinan a di projeya Rêveberiya Xweser de têk bibin.

Hevseroka meclisa bajarokê Til El Şayir a girêdayî navçeya Deşîşa ya Kantona Hesekê Sada El Feysel El Hermas û cigira wê Hind Letîf El Xidêr roja înê ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin û kuştin.

Di vê derbarê de, Desteya Jinan bi daxuyaniyekê kuştina her du jinan şermezar kir û diyar kirin ku armanca van êrîşan ew e ku azadiya ji holê rabe. Desteya Jinan sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û tekez kir ku ew ê projeyên xwe heta pêkanîna aramî û ewlehiya li Sûriyeyê, berdewam bikin.

Daxuyanî wiha ye: "Di demekê de ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadî, pêkanîna aramî û ewlehiyê li herêmê tê dikoşin, hêzên QSD`ê xebatên xwe yên ji bo tunekirina şaneyên veşartî yên girêdayî DAIŞ`ê didomînin.

Jin her tim di bersivdayîna DAIŞ`ê de, qada leşkerî bûn. Rola wê ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser ve pêşeng bû. Hebûna xwe bi hemû hêza xwe di aliyê siyasî, aborî û rêveberiyê de îsbat kirin.

Dijminên projeya Rêveberiya Xweser, dixwazin ev projeya ku armanca wê azadiya jinan e, têk bibin. Ji ber wê jî her tim jinên di nava Rêveberiya Xweser de têne hedefgirtin û mînaka wê jî bûyera ku roja Înê li bajarokê Til El Şayir ê girêdayî Kantona Hesekê çêbû. Hevseroka meclisa bajarok û cigira wê ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin û hatin kuştin. Sûcekî din li dîroka çeteyan hate zêdekirin.

Ev sûc tê wateya ku çeteyên terorîst li herêmê tiştekî wan nemaye û dixwazin sûcên bi vî awayî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bînin, da ku îrade û hêza jinan têk bibin.

Em sûcê li dijî her du hevrêyên xwe, şermezar dikin. Em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan re dixwazin û em tekez dikin ku em ê projeya pêkanîna aramî û ewlehiya li Sûriyê û tevahî cîhanê, berdewam bikin.

Em bang li cîhanê, rêxistinên mafnas, mirovî û taybet rêxistinên jinan dikin ku li hember kirin û komkujiyên li dijî jinan rawestin."