'Tirkiye sûcê qirkirinê dike, divê tavilê hesab jê bê pirsîn'

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bal kişand ser komkujiya li Til Rifetê û diyar kir ku dewleta Tirk sûcê şer û qirkirinê dike, divê tavilê hesab jê bê pirsîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Til Rifetê pêk anîne daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Binpêkirin û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî û herêmên Şehbayê yên ku koçberên Efrînê yên ji ber alava şer a Tirkiyeyê reviyane, didomin."

Her wiha hate gotin, roja 23'yê Çileya 2021'an saet di 13:45'an de hêzên dagirker û çeteyên Sûriyeyê yên girêdayî wê navçeya Til Rifet bê ser û ber dan ber topan, di encamê de komkujiyeke li dijî sivîlan pêk hat, 3 sivîl di nav de 2 zarok û jinek şehîd bûn û gelek birîndar bûn.

Rêxistinê komkujiya 2'yê Kanûna 2019'an a li navçeyê bi bîr anî ku di encamê de 8 zarok bi giştî 10 sivîl şehîd bû û bi dehan ji birîndar bûn û got, ku ev komkujî li ber çavê tevahî cîhanê têne kirin, lê heta niha li hemberî sûcên dewleta Tirk a ku qanûnên navneteweyî û peymanên Cenevreyê bin pê dike nesekiniye.

Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: "Ev sûc rêxistinkirî û plankirî ne, armanc jê têkbirina koçberên Efrînê bi hemû pêkhate, ol û rengên wê ye. Li gorî qanûn û peymanên navneteweyî, ev sûc digihêjin asta sûcên şer û sûcên dijî mirovahiyê, her wiha sûcên qirkirinê ne."

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî û mirovî, di serî de Neteweyên Yekbûyî kir ku erka xwe ya mirovî bi cih bînin û zextê li dewleta Tirk bike da ku sûcên xwe yên domdar rawestîne û ji herêmên dagirkirî vekişe. Her wiha demildest hesab ji kesên ku destên wan di van sûcan de hene bixwaze."