Dewleta Tirk li sînorê Dêrikê keşf kir

Dewleta Tirk a dagirker li sînorê Dêrikê yê herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê keşif kir.

Konvoyek ji artêşa Tirk a dagirker û MÎT'ê, li ser sînorê bajarê Dêrikê yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê geriya.

Konvoya ji 14 wesayitên artêşa Tirk û Rêxistina Îstîxbaratê ya Milî (MÎT) a Tirk, 25'ê Çileya 2021'ê saet di 14:15'an de li sînorê Beravê yê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê geriya.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin wergirtin, dewleta Tirk a dagirker ji bo êrişeke nû bike, li sînor dest bi keşfê kiriye.

Hate ragihandin, dema ku konvoy gihîşt sêgoşeya Tirkiye, Sûriye, Iraqê, li qereqola Mexarayê ya li navçeya Silopiyayê bi leşkerên ku bi helîkoptera leşkerî hatin, hevdîtin kir.

Balkêş e ku piştî gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û hevdîtinên Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar bi rayedarên Iraqê û PDK'ê re, liv û tevgera leşkerî zêde bûye.