Kongreya Star qetilkirina Seîde û Hinid şermezar kir

Kongreya Star qetilkirina Hevseroka Meclîsa Nehiya Til El Şayir Seîde Feysal El Hermas û alîkara wê Hinid Letîf El Xidêr şermezar kir.

Koordînasyona Kongreya Star destnîşan kir ku ev sûc di radeya yekemîn de îradeya jinan dike hedef ku bûn hêzeke fikrî, siyasî, civakî, leşkerî û dîplomatîk û gihaşt astekê ku dikare barê rêveberiyê û şoreşê rake û wiha dewam kir: "Her wiha jin beşdarî hemû qadên xebatê bûn, hebûna xwe îsbat kirin, roleke çalak di civakê de lîstin û li dijî zihniyeta desthilatdar û zîhniyeta baviksalar têkoşiyan. Lê belê tevî vê berxwedan û têkoşînê jî ku li seranserê cîhanê deng veda, hîna jin rastî sûcên kuştin, revandin, tundî û hemû cureyên êrişan tên."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku armanca wî sûcî têkbirina ewlehî û îstiqrarê ye û belavkirina tirsê di nava gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye, da ku jiyaneke bi rûmet ku tê de demokrasî û biratî heye, çênebe û wiha hate gotin: "Wek Koordînasyona Kongreya Star em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan re dixwazin. Em bang li hemû xebatkaran dikin ku li hemberî hemû planên qirêjî yên îrade û azadiya jinan dikin hedef, hişyar bin."

Di daxuyaniyê de topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser herêmên Şehba û navçeya Til Rifetê hate şermezarkirin ku di encamê de jin û zarok şehîd bûn.

Di dawiya daxuyaniyê de hate tekezkirin ku li hemberî faşîzma Tirk û binpêkirinên hikumeta AKP`ê wê berxwedan û têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê dewam bikin.

Şeva Înê Hevseroka Meclîsa bajarokê Til El-Şayir ê girêdayî navçeya Deşîşa ya başûrê kantona Hesekê Sada Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin û piştre hatin qetilkirin.