Endamê Hêzên Ewlekariya Navxweyî El Kerad sipartin axê

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Navxweyî Xalid El Hesen El Kerad ku şehîd bûbû li Cidêdatê bi merasîmekê ve hate veşartin.

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Navxweyî Xalid El Hesen El Kerad ku di dema ku li bajarokê El Keramê ya Reqayê li ser wezîfeya xwe bû şehîd bûbû, îro li goristana Şehîd Sêvdar a bajarokê Cidêdatê bi merasîmekê ve hate veşartin.

Piştî merasîma leşkerî merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve dom kir. Di merasîmê de Rêveberê Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Reqayê Ebdulmûtî Mihemed, Hevserokê Meclîsa Bajarokê El Keramê Îbrahîm El Ebas û Endamê Komîteya Karên Civakî ya Reqayê Elî El Şeb her yek axaftinek pêşkêş kirin.

Piştî axaftinan Wesîqeya El Hesen hate xwendin û radestî malabata wî hate kirin û El Hesen spartin axê.