Li Dêrik û Koçeratê li dijî dagirkeriyê meş û mîtîng
Li Dêrik û Koçeratê bi sedan kes li dijî amadekariyên êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meş û mîtîngek lidar xistin.
Li Dêrik û Koçeratê bi sedan kes li dijî amadekariyên êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meş û mîtîngek lidar xistin.
Dewleta Tirk a dagirker hewl dide dagirkiriya xwe berfireh bike, êrîşî herêmên din ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qezaya Şengalê ya Başûrê Kurdistanê bike. Di vê derbarê de îro şêniyên bajarê Dêrikê û herêma Koçerat a Dêrikê daketin qadan.
Di meşê de şêniyan tekez kir ku ew bi xaka xwe ve girêdayî ne û dagirkirina dewleta Tirk ji xaka wan re, red kir.
Li herêma Koçerat bi sedan şênî li pêşiya meclisa bajarokê Xana Serê kom bûn û ber bi deriyê veguhestinê yê bajarok ve çûn. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê hatin berzkirin.
Di meşê de wêneyên şehîd û zarokê komkujiya Til Rifet hatin hildan.
Meş li deriyê veguhestinê veguherî mîtîngê. Di mitîngê de ji rêveberên PYD`ê Feysel Hesen wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker kêliyekê topbarana li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nesekinandiye. Di salvegera 3`emîn a êrîşên li ser Efrînê Şehbayê topbaran kir. Ev yek jî berdewamiya planên wê ye."
Her wiha ji rêveberên Yekîtiya Oldarên Muslimanan a kantona Cizîrê Sînan Sîdoş ev tişt got: "Divê em baldar bin. Em baş zanin kî dijmin û kî hevalê me ye bi taybet di dema êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê de."
Li navenda bajarê Dêrikê jî meş ji Qada Azadî destpê kir û ber bi Çerxerêya Şehîdan ve çû.
Li Çerxerêya Şehîdan ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Dêrikê Wesfa Mûrad axivî û destnîşan kir ku gefên dewleta Tirk ne tiştekî nû ye, dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiyê zarokan dikuje.
Paşê cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Dêrikê Mûtî Elî diyar kir ku dewleta Tirk di salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser de û salvegera 3`emîn a dagirkirina Efrînê de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran kir û bi hemû şêwazan dixwaze tecrûbeya Rêveberiya Xweser ku hemû gelên herêmê kir yek, têk bibe.
Di dawiyê de Mûtî Elî wiha axivî: "Zihniyeta DAIŞ`ê û dewleta Tirk wekî hev e. Her du jî kalepîr, zarok û jinan dikujin. Herêmên ku sivîl di wan de dijîn, topbaran dike. Ji ber wê jî berxwedana gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li hember hemû komplo û planên dagirkirina dewleta Tirk biser bikeve."