QSD’ê li Dêra Zor û Qamişlo li dijî DAÎŞ’ê operasyon kir

QSD`ê li Qamişlo û Dêra Zorê li dijî şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê operasyon kir û 5 çete girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD`ê li ser mijarê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir: "Hêzên me û hêzên Koalîsyona Navneteweyî li bajarokê Şehîl ê gundewarê Dêra Zorê û Til Hemîsê ya gundewarê Qamişlo li dijî şaneyên rêxistina DAÎŞ`ê ya terorîst du operasyonên cuda pêk anî.

Operasyona yekekmîn di 24`ê Çileyê li bajarokê Şehîl pêk hat. Di encamê de 4 endamên şaneya terorîst hatin girtin û çekên wan desteser kirin.

Operasyona duyemîn jî di 25`ê Çileya 2021`ê de li bajarokê Til Hemîsê yê gundewarê Qamişlo hate lidar xistin. Di encamê de terorîstekî DAÎŞ`ê ku alîkariya malbatan dikir da ku ji kampa Holê birevin girtin û alavên wî yên teknîkî jî desteser kirin."