Li Helebê qetlîama Til Rifatê hate protestokirin

Li Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê gel daketin qadan û qetlîama Til Rifatê protesto kirin.

Bi hezaran şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên domdar li dijî gelê Efrînê yên li Kantona Şehbayê, bi dirûşma " Em ê tola zarokên Efrînê ji kujeran hilînin " meşek lidar xistin.

Xwepêşandêr li pêşiya hola civînan a li rojavayê taxê Şêx Meqsûd kom bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên komkujiya Til Rifetê û pankartên bi nivîsên “Bi rizgarkirina Efrînê, em ê tola komkujiya Til Rifetê hilînin, Dagirkeriya Tirk jiyanê dikuje”, hildan.

Girse di kolanên sereke re meşiyan û dirûşmên silavkirina berxwedana şêniyên Efrînê li Til Rifetê û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re, berz kirin.

Xwepêşandan li çerxerêya Gulê Selmo veguherî mîtîngê. Li wir seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed axivî û piştrast kir ku ew ê rastiya dewleta Tirk eşkere bikin û ji bo tolhildana şehîdên komkujiya Til Rifetê wê asta têkoşînê bilind bikin.

Ehmed bal kişand ser êrîşên li dijî jinan û got êrîş azadiya jinan dikin hedef. Îlham Ehmed diyar kir ku armanca çeteyên DAÎŞ'ê ji komkujiya li dijî du jinên ku di saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikirin ew e ku jinan bêdeng bikin.

Îlham Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk herêmên sivîlan topbaran sike û îşaret bi hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmê kir. Ehmed wiha domand: “Ji bo ku em doz û xaka xwe biparêzin, em ê li ber xwe bidin. Pêwîste fikirên Rêveberiya Xweser di nava gelên din de bê belavkirin.”

Meş bi dirûşmên silvakirina berxwedana gelê Efrîn li Şehbayê, bi dawî bû.