‘Em ê xeyalên Osmaniyan vala derbixin’

Gelê Kantona Qamişlo yê li dijî gefên êrîşên dewleta Tirk ên li ser Dêrik û Şengalê derketîn qadan, diyar kirin ku dewleta Tirk bi xeyalên Osmaniyan dixwazin axa wan dagir bikin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê çalakiyên xwe yên li dijî gefên dewleta Tirk ên li dijî Şengal û Dêrîkê didomînin. Îro bihezaran kes li navçeyên Tirbêspiyê, Til Hemîs û Amûdê yên Kantona Qamişlo daketin qadan û bertekên xwe nîşan dan.

TIRBÊSPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê bi dehan kes ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan bi meşekê gef û siyasetên dewleta Tirk a dagirker şeremzar kirin.

Meş ji pêşiya navenda Kongreya Star a dikeve rojhilatê navçeyê destpê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Em xwediyê vê axê ne”, “Erdogan dagirker e divê were darizandin” û “Faşîzmaya dewleta Tirk gefan li ewlehiya cîhanê dixwe” hatin vekirin.

Meş li pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya dikeve rojavayê navçeyê rawestiya. Endama Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Hediya Şemo axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi lihevkirina bi hin aliyên kurdî re hewl dide tevahî xaka Kurdistanê dagir bike û xîlafeta Osmanî zindî bike."

TIL HEMÎS

Li navçeya Til Hemîsê bi heman armancê meşeke bi beşdarbûna bi dehan kesî hate lidarxistin.

Di meşa ji pêşiya avahiya Tirafîkê destpê kirî de, pankartên wekî "Na ji dagirekriyê re” û “Dema dema parastina şoreşê ye” hatin vekirin û wêneyê şehîd Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr hatin hildan.

Meş li qada Şehîdan rawestiya û veguherî mîtîngê. Ji rêveberên PYD'ê Xalid Sadûn axivî û got: "Tirkiyê hewl dide bi rêya gefên xwe mêtîngeriya Osman berfireh bike. Di heman demê de nexşerêya nû ya dewletên hegemon xêz kirine, saz bike."

Ji rêveberên Kongreya Star a navçeyê Belqîs Hisên jî li hember gafên dagirkerinê banga yekîtiyê li gelên herêmê kir.

Mîtîng bi diruşmeyên "Bimire Erdogan", "Bijî Rêber Ocalan", "Qatil Erdogan" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

AMÛDÊ

Bi dehan şêniyên navçeya Amûdê bi pankartên "Faşîzma dewleta Tirk û çeteyên wê, wê di nava xwîna zarokên Til Rifatê de bifetisin”, alên QSD, Kongreya Star û wêneyên şehîdên komkujiya li Til Rifatê ji qada Jina Azad dest ber bi qada Şehîd Cîhad ve meşiyan.

Meş li qada Şehîd Cîhad rawestiya, li vir Hevserokê Meclîsa Navçeya Amûdê Mihemed Çolî axivî, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewldanên xwe yên têkbirina destkeftiyên gelan kurdan û qirkirina gelê Kurd didomîne. Her wiha piştevaniya xwe ji QSD'ê re ragihand.

Di dawiya çalakiyê de diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê û şermezarkirina dewleta Tirk hatin berzkirin.