Li Cenevreyê Kurd û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nîne, hêvî jî nîne

Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê cara 5'an li Cenevreyê li hev dicive. Nûnerê NY'ê yê ji bo Sûriyeyê Peterson bêhêvî banga 'hevkariya navneteweyî' kir. Di navbera dewleta Tirk û Îxwan de jî nakokiyên neyekser hene.

Hevdîtinên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ku li Astanayê destpê kir, li Soçiyê dewam kir û dawiya sala 2019'an jî li Cenevreyê hatin lidarxistin, tûra xwe ya 5'emîn îro li Cenevreyê dest pê dike.

Hevdîtina ku xwe dispêre biryara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, li Cenevreyê di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî pêk tê û tê payin ku heta 29'ê Çileyê dewam bike.

PETERSON BANGA 'HEVKARIYA NAVNETEWEYÎ' KIR

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) ê ji bo Sûriyeyê Geîr O. Pedersen beriya hevdîtinan civîna çapemeniyê li dar xist û anî ziman ku Sûriyeyî bi tena serê xwe nikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û got, "Pêwîstî bi hevkariya navneteweyî heye."

Peterson hem ji aliyan re, hem jî bêyî nav bilêv bike ji Rûsya, DYE, dewleta Tirk, Îran û Îsraîlê re axivî û got, "Êdî eşkere ye ku ti aktor an jî kom bi ferzkirina îradeya xwe li ser Sûriyeyê yan jî bi şer nikare pirsgirêka Sûriyeyê çareser bike."

TÊ PAYIN KU PÎVANÊN DESTÛRA BINGEHÎN BÊN NIRXANDIN, LÊ BELÊ...

Tê payin ku Pederson beriya hevdîtina îro destpêkê bi serokê heyeta rejîma Şamê Ehmed El Kûzbarî û piştre jî bi serokê heyeta komên çekdar Hadî El Behra re rûnê.

Hate ragihandin ku di hevdîtinan de wê "pîvanên bingehîn û xalên destpêkê yên destûra bingehîn" bên nirxandin. Lê belê ji ber ku heyet mîna hev nafikirin, zehmet e ku rojev derbasî nirxandina xalên destûra bingehîn bibe.

GELO MUXALEFET JI 'HIKUMETA PÊVAJOYA DERBASBÛNÊ' VEGERIYA?

Di hevdîtinên tûra 4'emîn ên navbera 30'ê Mijdarê û 4'ê Cotmehê yên Komîteya Destûra Bingehîn de muxalefeta ser bi dewleta Tirk qet qala şertê 'avakirina hikumeta pêvajoya derbasbûnê' nekiribû.

Ev yek jî weke paşvegavêtina a muxalefeta dewleta Tirk ji biryara 2254'an hatibû şîrovekirin.

BIRYARA 2254 A KONSEYA EWLEKARIYÊ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Biryara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî destnîşan dike ku ji bo çareseriya krîza siyasî ya li Sûiryeyê di nava 6 mehan de divê hikumeteke pê bawer, tevlîkar û xwe naspêre mezhebê bê avakirin, di nava 18 mehan de jî hilbijartineke wekhev û serbixwe di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de bê lidarxistin.

Paşvegavavêtina komên ser bi dewleta Tirk weke vegera ji şertê 'hikumeta derbasbûnê' hate şîrovekirin.

NAKOKIYA LI NAVA 'MUXALEFETÊ'

Li gorî agahiyan, ev gava vegera ji biryara 2254'an di nava komên bi navê 'muxalefetê' tevdigerin de bûye cihê nakokiyan.

Rewşa navborî li nava Komîteya Danûstandinan bûye cihê nîqaşê ku komîte ji Platforma Kahîre, Platforma Moskowayê, Komîteya Koalîsyonê û Koordînasyonê pêk tê.

Platforma Kahîre, Platforma Moskowayê û Komîteya Koordînasyonê sûcdar dikin ku Komîteya Danûstandinan ketiye bin kontrola dewleta Tirk û Îxwanî Muslîm.

KOMÎTEYA DESTÛRA BINGEHÎN ÇAWA AVA BÛ?

Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê di Çileya 2018'an de li Soçiyê di Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê de kete rojevê.

Komîteya ku di encama hevdîtinên navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de diyar bû, di Cotmeha 2019'an de bal kişand ser biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî û derbasî Cenevreyê hate kirin.

AVANIYA KOMÎTEYA DESTÛRA BINGEHÎN

Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bi komên biçûk û mezin ji du koman pêk tê û bi giştî 150 endamên xwe hene.

Avaniya xwe ya mezin bi 50 endamên ji rejîma Şamê, 50 endamên ji komên bi navê muxalefetê tevdigerin û 50 endamên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine diyarkirin, pêk tê.

Di avahiya biçûk de jî 45 endam hene ku ji her sê koman 15 kes hene. Ev kom di heman demê de bi erka nivîsandina Destûra Bingehîn radibe.

Komîteya Destûra Bingehîn civîna xwe ya yekemîn di Cotmeha 2019'an, ya duyemîn di Mijdara 2019'an, ya sêyemîn di Tebaxa 2020'î û ya çaremîn jî di Mijdar-Kanûna 2020'î de li dar xistibû.

KURD Û BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ HÎN JÎ TUNE DIHESIBÎNIN!

Nûnerên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku temsîla îradeya zêdeyî 5 milyon mirovî dikin, di komîteya destûra bingehîn de nayên bicihkirin.

Nûner û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî destnîşan dikin ku biryarên komîteya ew ne di nav de ne ji bo wan derbas nabin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geîr O. Pederson di civîna çapemeniyê ya dawî de qala gelek mijaran kir, lê belê nûnerên Kurdan û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji nedîtî ve hat.