TKP-ML TÎKKO şehîdên şoreşê û partiyê bi bîr anî
Fermandariya Rojava a TKP-ML TÎKKO di salvgera serfiraziya Kobanê de şehîdên şoreşê û partiyê bi bîr anî.
Fermandariya Rojava a TKP-ML TÎKKO di salvgera serfiraziya Kobanê de şehîdên şoreşê û partiyê bi bîr anî.
Di bîranînê de Meclîsa Sosyal a Ermenên Hesekê û Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan jî hazir bûn.
Bîranîna leşkerî li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik pêk hat. Daxuyaniya Komîteya Partiyê ya TKP-ML Rojhilata Navîn ji hêla Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan û Meclîsa Sosyal a Ermenên Hesekê ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Dewleta Tirk bi dagirkirina Rojava dixwaze gelê me tine bike. Me çawa Kobanê azad kiribe, em ê Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî jî ku dewleta Tirk dagir kiriye, bi hemû hêza xwe şer bikin û dîsa azad bikin. Em ê faşîzmê hilweşînin û azad bibin. Em li vir, li ber şehîdan sond dixwin, em ê Rojava mal bi mal, kozik bi kozik, kuçe bi kuçe biparêzin.''