Parêzerên Cizîrê: Em parêzerên Ocalanin
Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê, bang li saziyên Ewropayê kirin ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bikevin tevgerê û hinek xwe weke parêzerên Rêber Apo diyar kirin.
Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê, bang li saziyên Ewropayê kirin ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bikevin tevgerê û hinek xwe weke parêzerên Rêber Apo diyar kirin.
Dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ferz dike û ji 7`ê Tebaxê ve rê nayê dayîn ku parêzer û malbata wî li gel hevdîtinê bikin.
Yekîtiya Parêzeran a herêma Cizîrê bi hatina salvegera 22`an a komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku di 15`ê Sibata 1999`an de pêk hat, daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.
Yekîtiyê di daxuyaniya xwe de bang li Mecîlsa Mafên Mirovan a Desteya NY`yê, Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, CPT û dadgeha Ewropa ya mafên mirovan kir ku bêdeng nemînin, dewleta Tirk neçar bikin ku qanûn û lihevkirinên navnetewî yên girêdayî mafên mirovan pêk bîne.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm ve li pêşiya avahiya Meclisa Dada Civakî ya bajarê Qamişlo hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an de bi komployeke navnetewî û istixbaratî li pêşiya baylozxaneya Yewnanistanê li Kinya hate girtin û paşê radestî dewleta Tirk hate kirin.
Di daxuyaniyê de bal kişandin li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku di zindanê de ye û ev tişt hate gotin: "Ocalan ji tişta herî biçûk a ku parastina jiyana wî ya fizîkî bike, mehrûme. Rastî êşkecekirina fizîkî, piskolojîk û ferzkirina tecrîdê tê. Bi vê yekê dewleta Tirk a dagirker mafên mirovan, qanûnên navnetewî bi taybet ên mafên sivîl, siyasî, lihevkirin û qanûnên taybet bi danûstandina bi girtiyên siyasî re, binpê dike.
Em bang li çapemeniya azad, rêxistinên navnetewî, mirovî, mafnas û di serî de Meclisa Mafên Mirovan di Desteya NY`yê, CPT, dadgeha Ewropayê ya mafên mirovan dikin ku ji bêdengiya xwe derkeve û dewleta Tirk neçar bike ku qanûn û lihevkirinên navnetewî yên girêdayî mafên mirovan pêk bîne.
Em hin ji parêzerên xwe ji bo parastina Rêber Abdulah Ocalan erkdar dikin. Em ji bo pêkanîna hemû pêwîstiyan û li pêşiya çi aliyê be, amadene ji vê kêliyê heta pêkanîna xwesteka me di serbestberdana Rêber Abdulah Ocalan de."