Piştî ku di Hezîrana 2014’an de Mûsûl bêyî şer ketibû, çeteyên DAÎŞ’ê li vê derê xalîfetiya xwe îlan kirin, piştî demeke kurt bi hovîtiyeke mezin ev qad xistin bin hukmê xwe.
Bi alayên xwe yên reş ji ku derê derbas dibûn, li wê derê komkujî dikirin. Bi hezaran mirov bi metodên hovane qetil kirin. Jin û keç dîl digirtin û ew dikirin koleyên zayendî.
Ji ku derê derbas dibûn, ew der an reş dibû an jî dibû gola xwînê. Ji ber cenazeyên serjêkirî, av sor dibûn. Gund, bajarok, bajar, cihên dîrokî, navendên îbadetê yên cihê, bi kurtasî çi cihên ne aîdî xwe reş dikirin.
Dewletên herêmê û hêzên xwedî hêzeke deh salan a leşkerî li ber xwe nedidan, direviyan. Mûsûl wisa ketibû.
Piştî dagirkeriya Mûsûlê çend meh şûnde, çeteyên DAÎŞ’ê li ser Sûriyeyê bûbûn gefeke mezin. Bi ketina Reqayê re DAÎŞ’ê ‘paytexta xwe ya duyemîn’ îlan dikir. Şerê navxweyî yê Sûriyeyê êdî ketibû asteke din.
ÊRÎŞEKE DAGIRKERIYÊ BIRIN SER KOBANÊ
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de piştî êrîşên qirkirinê yên li ser Şengalê, Kurdên ku dewleta Tirk dixwest wan qir bike, bûbûn hedefa DAÎŞ’ê.
Beriya ku DAÎŞ êrîşê bibe ser Kobanê, hêzên Kurd li hemberî El Nusrayê şer dikir. Dewleta Tirk piştgirî dida El Nusrayê. Hin êrîşkarên hatibûn dîlgirtin, li xwe mikur dihatin ku vê plana êrîşê bi hevkariya Tirkiyeyê dihate kirin.
Di 15’ê Îlona 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê bi dehan tank û çekên giran êrîş birin ser Kobanê. Dewleta Tirk piştgirî dida DAÎŞ’ê.
Berê gund, piştre navenda bajêr û piştre jî hemû tax bûn qada şer. Dewleta Tirk nedihişt mirov biçin Kobanê biparêzin û ev kes asteng dikir.
DAÎŞ ji ber çekên giran û wesayîtên zirxî xwedî avantajeke mezin bû. Di destê parêzvanên Kobanê de jî çekên sivik hebû. Lê DAÎŞ li gorî tu rêzikên mirovî tevnedigeriya. Ji bo hovîtî û tunekirinê xwe amade kiribû.
BERXWEDANEKE FEDAÎYANE
Kurdan 21 rojan bi çekên sivik li ber xwe dan. Piştî mehekê di Cotmeha 2014’an de hin taxên li navenda bajêr û 300 gund hatibûn dagirkirin. Piştî vê hovîtiyê 300 hezar kes neçar mabûn ku malên xwe biterikînin.
Di 5’ê Cotmehê de şervana YPJ’ê Arîn Mîrxan (Dilar Gencxemîs) li Miştenûrê çalakiyeke fedaiyane kir. Kete nav çeteyên DAÎŞ’ê û bombeyên li ser xwe teqand. Vê çalakiyê li dinyayê bandoreke mezin kir.
Êdî dinyayê bala xwe de Kobanê. Fikar zêde bû. Kêfa hinekan dihat. Rejîma Erdogan a ku li hemberî Rojava dijminatiyeke mezin dikir, hesabê xwe li ser ketina Kobanê ava kiribû.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan di 7’ê Cotmehê de got “Kobanê dike bikeve” Vê gotinê di nav Kurdan de rê li ber çirûskeke mezin vekir.
Dewleta Tirk piştgirî dida DAÎŞ’ê û hemû alîkariyên ji bo Kobanê asteng dikir. Di nav tankên Tirkan de yên li ser sînor ji xwe re li hovîtiya DAÎŞ’ê dinihêrtin.
Vê daxuyaniya Erdogan a ku dijminatiya Kurdan dikir, tehamula Kurdan qedand. Di nava sê rojan de li dehan bajaran serhildanên gelekî mezin çêbû. Qereqol jî hatibûn desteserkirin.
Kobanê ya li ber ketinê dîsa vejiya. Berxwedan û serhildana Kurdan hêzên navneteweyî jî xist nav tevgerê. Kurdan diyar kiribûn heke malek jî mabe, wê li ber xwe bidin.
Balefirên şer ên koalîsyona navneteweyî li bendên DAÎŞ’ê da. Bi balefiran çek ji şervanên Kurd re hate şandin.
Piştî berxwedana li du taxên dawîn, berxwedan geştir bû. 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Dinyayê hate îlankirin û di wê rojê de her kes ji bo Kobanî daketin qadan.
Ji bo Kobanê pênaseya ‘bajarê şehîd’ hatibû kirin û berxwedana wê şibandin berxwedana Stalîngradê. Piştî şer û berxwedana 134 rojan, şervanên Kurd di 26’ê Çileya 2015’an de Kobanê azad kirin û serkeftin ragihandin.
Ev serfirazî bû destpêka têkçûna DAÎŞ’ê.