ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê şehîd Şervîn li Dêrikê bi merasîmekê hate veşartin
Şervana YPJ'ê Şervîn Ebas ku dema wezîfeya xwe dikir, şehîd bû li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê hate veşartin. -
Cenazeyê şehîd Daban Şêxo li Kobanê hate veşartin
Cenazeyê Endamê Erka Xweparastinê Daban Şêxo (Daban Kobanê) bi merasîmeke li Goristana Şehîd Dîcle hate veşartin. -
Li Minbicê ji ber teqîna mayinê 3 zarok mirin
Li gundekî Minbicê mayineke ji çeteyên DAÎŞ'ê mayî teqiya, 3 zarok mirin, 2 zarok birîndar bûn. -
Dagirker bombe li Til Temir û Girê Spî dibarînin-NÛ BÛ
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bombeyan li gundên Gozeliyê, Kopirlik û Qizelî dibarîne. -
Enternasyonalîstê Rûsî: Ji bo civakên azad a demokratîk destek bidin Rojava
Enternasyonalîstê Rûsî yê ji bo gelê Rojava şer dike Zîrek Rûs: Êrîşên DAÎŞ’ê û Tirkiye li Rojava rewşê xirab dike. Ji bo DAÎŞ û dewleta Tirk bê têkbirin, ji bo civakeke azad û demokratîk a rast bê avakirin divê raya giştî ya Rûsya destekê bide Rojava. -
Tirkiye Efrîn talan kiriye
Xwediyê darên zeytûnan û fabrîkayên zeytûnan ên Efrînî, ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan li talan wan daye got, ''Dewleta Tirk li talanê Kurdan dide.'' -
HRE: 7 leşker û çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihandin ku li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî di encama çalakiyên hêzên wan de 7 leşker û çeteyên dagirker ên dewleta Tirk hatine kuştin. -
Komkujiya Kobanê: Tola têkçûna DAÎŞ'ê
Piştî ku Kobanê azad bû bi 5 mehan çeteyên DAÎŞ'ê bi koordînasyona dewleta Tirk êrîş anîn, li Kobanê komkujî kirin, 233 sivîl kuştin, bi sedan sivîl birîndar bûn. -
Dewleta Tirk careke din bombe li Girê Spî barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundekî Girê Spî barand. -
Aqûbeta nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê hîn jî nayê zanîn
Nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser ên li Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin, 16 roj in aqûbeta wan nayê zanîn. -
'Li dijî dagirkeriyê divê em bibin yek'
Hesen Yûsif Mele Hisên ku salên 1990'î li nav PDK'ê pêşmergetî kirî li dijî dagirkeriya Tirk banga yekîtiyê kir û got, ''Heke em bibin yek dewleta Tirk nikare xwe li ber me bigire''. -
Artêşa Tirk a dagirker gundê Minbicê didin ber topan
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Hoşeriye yê bakur rojhilatê Minbicê da ber topan. -
Li Şedadê şehîd hatin bibîranîn
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şedadê 2 şehîdên Erka Xweparastinê bi merasîmekê bibîr anîn. -
Ciwanên Minbicê: Êrîşên qirkirinê li Başûrê Kurdistanê tê kirin
Yekîtiya Jinên Ciwan ên têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan, diyar kirin ku êrîşên qirkirinê li Başûrê Kurdistanê tên kirin. -
Xelkê Tirbêspî li hemberî êrişên dagirker meşiya
Li hemberî êrişên ku dewleta Tirk dibe ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê gel li Tirbêspiyê meşiya. -
Dewleta Tirk li Girê Spî baregehek nû ava dike
Dewleta Tirk a dagirker gundê Nasiriyê yê Girê Spî bi zorê vala dike û hewl dide baregehek leşkerî ava bike. -
Çeteyên li kampa Holê fermanên xwe ji DAÎŞ'iyê MÎT'ê werdigirt
Endamên hucreya veşartî ya DAÎŞ'ê ku li Kampa Holê hatin girtin, diyar kirin ku wan fermana çalakiyên xwe ji Cerrah Ebû Omer wergirtine ku ev çete ji aliyê MÎT'ê ve ber bi Girê Spî ve hate revandin. -
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li Şehba û Til Rifetê dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker ji serê sibehê ve topbaranê li Şehba û Til Rifetê dike. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Birûsk li Dirbêsiyê spartin axê
Cenazeyê şervanê YPG'ê Hisên Şêxo (Birûsk) li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê bi merasîmekê spartin axê. -
Di topbarana li ser gundewarên Girê Spî de zarokek birîndar bû-NÛ BÛ
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Girê Spî dide ber topan. Di topbaranê de zarokek birîndar bû. -
Şandeyek Katalonya serdana Rêveberiya Xweser kir
Ji Parlementoya Katalonyayê 2 parlementer û endameke Meclsa Barselona serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, li ser rewşa herêmê agahî girtin. -
Li Dêra Zorê QSD’ê 17 DAÎŞ’î girtin
Yekîtneyên Antî Teror a Hêzên Sûriye ya Demorkatîk (YAT-QSD) di operasyoneke li ser rojhilatê Dêra Zorê, 17 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin. -
Kongreya Star şehîdên Helincê bi bîr anî
Koordînasyona Kongreya Star, 3 jinên şoreşger ên di Komkujiya Helincê de şehîd bûn bi bîr anî û bang li gelan kir, ku li ber dewleta Tirk rabin. -
Ji bo ku Tirkiye weke 'Welatê Ewle' hate ragihandin, Kurdistanî nerazî ne
Navenda Çandê ya Kurdistanê ji bo ku Yewnanîstanê Tirkiye weke ''Welatê Sêyan ê Ewle'' ragihandin, helwest nîşan da. -
Nerazîbûna li dijî PDK'ê: Aqûbeta nûnerên PYD'ê û Rêveberiya Xweser eşkere bike!
Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ji PDK'ê xwest, ku aqûbeta nûnerên PYD'ê û Rêveberiya Xweser eşkere bike, ku beriya niha bi demekê ew revandibûn.