Di topbarana li ser gundewarên Girê Spî de zarokek birîndar bû-NÛ BÛ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Girê Spî dide ber topan. Di topbaranê de zarokek birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Xirbet Beqer, Erîda, Kor Hesen, Sovan, Silîb û Leqluq ê rojavayê Girê Spî dide ber topan.

Hate ragihandin di topbaranê de ciwanê bi navê Mihemed Îbrahîm (17) ê ji gundê Ferhûne ji milê xwe birîndar bû. Rewşa Îbrahîm baş e.

Heta niha topbaran berdewam e.