HRE: 7 leşker û çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihandin ku li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî di encama çalakiyên hêzên wan de 7 leşker û çeteyên dagirker ên dewleta Tirk hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser rêzeçalakiyên xwe yên vê dema dawiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê, çalakiyên bersivdayinê yên hêzên me berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, yekîneyên me li hember hejmarek hedefên li deverên cûda, rêzeçalakiyên bi bandor li dar xistin.

19'ê Hezîranê yekîneyên me li Mar'ê li dijî baregehek leşkerî ya artêşa dagirker a ku nû tê çêkirin çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiyê de makîneyek kar hat îmhakirin, derb li yekê hate xistin. Her wiha leşkerek û personelekî artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

20'ê Hezîranê hêzên me li Mar'ê kombûneke çeteyên ser bi artêşa dagirker ve bû hedef û derbeke xurt lê hate xistin. Di encama vê çalakiyê de erebeyek hate rûxandin û hejmarek ji endamên çeteyan hatin kuştin û birîndarkirin, lê belê hejmara wan nehate zelalkirin.

20'ê Hezîranê yekîneyên me li gundê Omersimo a girêdayî navçeya Şera çalakiyek serdegirtinê li hember koma çeteyan a bi navê Asîfêt El-Şemal pêk anî. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû, baregeh û erebeyeke çeteyan jî hate rûxandin.

24'ê Hezîranê li hember komek çeteyên ku di çeperekê de kom bûbûn, li gunde Kefer Xoşer a ser bi navçeya Ezazê ve çalakiyek hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete hatin birîndarkirin û kozika ku çete tê de bûn bi temamî hate rûxandin.

Di encama çalakiyên hêzên me li navçeyên Mar'ê, Şera û Ezazê de, bi qasî ku hatiye tesbîtkirin leşkerek û personelek artêşa Tirk a dagirker û 5 çete hatin kuştin, 3 çete jî hatin birîndarkirin, her wiha 3 erebe û 2 çeper (baregeh) hatin rûxandin."