Li Şedadê şehîd hatin bibîranîn

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şedadê 2 şehîdên Erka Xweparastinê bi merasîmekê bibîr anîn.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê nasnameyên du şervanên Erka Xweparastinê ku demeke berê şehîd bûbûn eşkere kirin.

Navên her du şehîdan wiha ne; Hisên El-Şêx ku li Hesekê 20-11-2020`an dema li ser erka xwe bû şehîd bû û Beşar El-Ferac ku 8-6-2021 dema li ser erka xwe bû gihaşt asta şehadetê.

Merasîm li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê hate lidarxistin. Bı tevlîbûna şêniyên herêmê, saziyên leşkerî û sivîl hêzên Erka Xweparastinê bi deqeyek rêzgirtina leşkerî destpê kir. Ji fermandarên Erka Xweparastinê Ebdulhemîd El-Hisên axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Her wiha îşaret bi rola hêzên Erka Xweparastinê û QSD`ê ya di rizgarkirin û parastinê herêmê de kir.

Endamê Ewqafa Şedadê şêx Ehmed El-Esad axivî û diyar kir ku qedrê şehîdan li gel xwedê û gelên wan giran e, ji ber ku ji bo parastina azadî û parastina gelên xwe canê xwe feda kirine.

Her wiha endamê ewqafê îşaret bi hevgitina gelê herêmê ya li dijî êrîşên Tirkiyê û kesên destwerdana ewlehiya herêmê dikin, kir û got: "Gelê herêmê parastina destkeftiyên bi saya berdêlên şehîdan hatine bidestxistin, dikin."

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şedadê Nacî Nicûm axivî û wiha got: "Bila Tirkiye û çeteyên wê her wiha çi kesên destwerdana ewlehiya herêmê dikin, bizanibin  ku ji bo parastina erda xwe em amade ne karwanên şehîdan bidin, kesên li azadiyê û rûmetê digerin, ger berdêlên giranbuha nedin ew ê bi dest nexin, li hemberî vê yekê em berdêlên şehîdên xwe didin û ev jî tişta herî giranbuha li cem me ye, ji lew re em ê rêça şehîdan bişopînin. "

Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Zehre Ehmed nasname xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Merasîm bi sloganên"Şehîd namirin" bi dawî bû.