Komkujiya Kobanê: Tola têkçûna DAÎŞ'ê

Piştî ku Kobanê azad bû bi 5 mehan çeteyên DAÎŞ'ê bi koordînasyona dewleta Tirk êrîş anîn, li Kobanê komkujî kirin, 233 sivîl kuştin, bi sedan sivîl birîndar bûn.

Çeteyên DAÎŞ'ê di serî de deleta Tirk gelek welatên herêmê paşmêriya wê dikir 15'ê Îlona 2014'an êrîş anî ser Kobanê. Çeteyên DAÎŞ'ê piştî ku 350 gundên Kobanê dagir kir êrîş anî ser navenda bajêr. Hêzên YPG-YPJ'ê berxwedana herî mezin a dîrokî li dijî êrîşên çeteyan nîşan da û 26'ê Çileya 2015'an DAÎŞ'ê derba xwe ya mezin li Kobanê xwar. Ev bû 'destpêka têkçûna' DAÎŞ'ê. Her wiha ji bo çeteyên DAÎŞ'ê û piştevanên wan bû şikestineke mezin.

Lê ev ne tenê ji bo çeteyên DAÎŞ'ê bu derb. Her wiha ji bo dewleta Tirk ku fermandariya DAÎŞ'ê dikir jî bû têkçûneke mezin. Dihate maneya têkçûna Recep Tayyîp ku wê demê digot, ''Ti nemaye ku Kobanê bikeve''. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAÎŞ ku ev têkçûn qebûl nekirin 25'ê Hezîrana 2015'an êrîş anîn ser Kobanê. Di vê êrîşê de piranî jê jin, zarok û yixtiyar 233 sivîl hatin kuştin, bi sedan sivîl birîndar bûn.

Di vê êrîşa DAÎŞ'ê de yek ji devera ku 27 sivîl lê hatin kuştin gundê Berxbotan ê Kobanê ye. Gund 27 km li başûrê Kobanê ey û ji 120 xanî pêk tê. Gund bi welatparêziya xwe tê zanîn, di têkoşîna azadiya Kurdistanê de berdêl dane. Gundê Berxbotanê ji şoreşa Rojava ve di nav têkoşînê de ye, li dijî DAÎŞ'ê û Nûsra bi roleke mezin rabû. Ne tenê di şerê Kobanê de her wiha di şerê Serêkaniyê de jî ciwanên gund li dijî Nûsra şer kirin, di şerê Minbicê de jî li dijî DAÎŞ'ê bi roleke girîng rabûn. Beriya komkujiyê jî di şerê DAÎŞ'ê û Nûsra de 30 şehîdên gund hebûn.

Çeteyên DAÎŞ'ê 25'ê Hezîrana 2015'an ji aliyê sînorê bakurê Kurdistanê ve ji du baskan ve êrîş anîbûn. Beşek ji çeteyan ji aliyê Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê ve beşek jê ji aliyê gundê Berxbotanê ve êrîş anîbûn. Di êrîşan de piranî jê jin, zarok û yixtiyar 27 kes hatibûn kuştin. Yadê Eyş ku yek ji şahidê komkujiyê ye û kurekî wê şehîd bûyî behsa wê rojê kir û wiha got:

''Ez rabûbûm paşîvê. Min dît ku 10-15 wesayit di ber mala me re diçin. Piştre fîşek teqiyan. Min got kurê xwe,''ev çi ye, hevalan Sirin stand?'' Kurê min got, ''Ev çete ne, zû bikeve hundir''. Lê kurê min got ew ê neyê û heta dawiyê dijî wan şer bike. Ez û neviyê xwe em ketin hundir. Sê kes ketin hundir, li nav odeyan geriyan .Hundir tarî bû, neviyê min li pişt min xwe veşartibû, em nedîtin. Piştre derketin û çûne mala cîranê me. Dayika liş malê, kurê wê, li wê malê heft kes kuştin .Piştre heval hatin. Kurê min li ber dêrî bû, ew kuştin. Piştre revian, ber bi Kobanê ve çûn.''

Mihememed Hebîn ku hevjînê wê di komkujiyê de hatî kuştin wiha got:

''25'ê Hezîranê ji bo me rojeke tarî bû. Piştî azadbuna Kobanê bi 5 mehan êrîş anîn. Çeteyên DAÎŞ'ê têkçûna li Kobanê qebûl nedikirin. Ji ber ku cara pêşî bû ku derbeke wiha mezin dixwarin û cara pêşî bû ku têk diçûn. Ji ber vê dixwestin tola vê ji Kobanê û gundên wê bistînin. Ji her alî ve êrîş anîn. Meha rojiyê bû, gundî rabûbûn paşîvê. Pêşî me dîtin ku erebe derbas dibin, piştre êrîş anîn. Gundiyan li dijî wan şer kir. Di vê êrîşê de 28 kes şehîd bûn û yek ji van hevjîna min bû. Li gel hevjîma min ji malbat wê jî 4 kes şehîd bûn.  Çete 4 saetan li gund man. Wan xwe hazir kiribû û hatibûn, ji malzemeyên ku bi xwe re anîbûn dihate fêhmkirin dixwestin ku bimînin. Lê gelê gund li ber xwe da û şervanên YPG'ê û YPJ'ê li ber xwe dan, gundiyan alîkarî da YPG, YPJ'ê û sibehê saet heşt û nîvan çete ji gund hatin derxistin.''