Şandeyek Katalonya serdana Rêveberiya Xweser kir

Ji Parlementoya Katalonyayê 2 parlementer û endameke Meclsa Barselona serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, li ser rewşa herêmê agahî girtin.

Şandeyek ji herêma Katalonya ku ji her du endamên parlementoya Katalonya Iulia Regovat, Robin Wagensberg û endamê meclisa bajarê Barcelona Laura Breeze pêk tên, gihaştin navenda Dayîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo.

Şande ji aliyê hevserokatiya Dayîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Umer, Daniya Remedan û Endama Desteya Rêveber a Dayîreyê Sena Deham ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de sîstema Rêveberiya Xweser, nimûneya wê di rêveberiya bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate pênasekirin. Her wiha gelek dosya hatin nîqaşkirin ji wan çareseriya siyasî, rewşa aborî, zehmetiyên ku di hemû aliyan de rastî Rêveberiya Xweser tên.

Her du aliyan di nîqaşên xwe de nêrînên xw derbarê rewşên heyî li Sûriyê bi giştî û herêmên Rêveberiya Xweser bi taybet, her wiha derbarê geşkirina têkiliyên di navbera herêma Katalonya û Rêveberiya Xweser de anîn ziman.

Di hevdîtinê de Ebdulkerîm Umer wiha axivî: "Em di diplomatîka xwe de xwe dispêrin diplomatîka civakî û geşkirina têkiliyan bi saziyên civaka sivîl, sendîqe, yekîtiî, tevgerên jin û ciwanan, rewşenbîr û akademisyan. Ji ber wê jî em hebûna we kêfxweş in."

Her wiha sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tînin ji kuştin, êşkencekirin, tecawizkirin û koçberkirina bi darê zorê, projeya Tirkî ya guhertina demografiya herêmên dagirkirî, avakirina mêtigehan, qutkirina ava çemê Firatê û bandora wê li ser jiyana bi milyonan sivîl, hatin nirxandin.

Ebdulkerîm Umer di hevdîtinê de behsa girîngiya vekirina dergehê Til Koçer ê sînor kir da ku alîkariyên mirovî werin pêşkêşkirin. Her wiha diyar kir ku girtina dergeh û bêparmayîna herêmê ji madeyên girîng, berdewamkirina pirsgirêka qutkirina avê li ser bajarê Hesekê dê bi xwe re karesateke mezin  li ser herêmê bîne.

Şandeyê jî ev tişt anî ziman: "Em dixwazin rewşa siyasî û civakî bi giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bikin. Em li virin da ku em zehmetiyên ku rastî niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên, nas bikin. Her wiha em zanibin ku çawa alîkariyê bikin û van pirsgirêkan çareser bikin."