Dewleta Tirk li Girê Spî baregehek nû ava dike

Dewleta Tirk a dagirker gundê Nasiriyê yê Girê Spî bi zorê vala dike û hewl dide baregehek leşkerî ava bike.

Dewleta Tirk a dagirker êriş bir ser gundê Nasiriyê yê li nêzî bajarokê Şergirakê yê Kantona Girê Spî ji bo baregeheke leşkerî ava bike.

Li gorî agahiyan, zext li gundiyan tê kirin ku gund biterikînin û hewl tê dayin ku baregeheke leşkerî li gund bê avakirin.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku gundî neçar mane ji gund derkevin û gundî bi fikar in ku bên kuştin, yan jî bên revandin.