Artêşa Tirk a dagirker gundê Minbicê didin ber topan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Hoşeriye yê bakur rojhilatê Minbicê da ber topan.

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek da û diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Qîrata yê bakurê Minbicê gundê Hoşeriyê yê bakur rojhilatê Minbicê topbaran dike.