Enternasyonalîstê Rûsî: Ji bo civakên azad a demokratîk destek bidin Rojava

Enternasyonalîstê Rûsî yê ji bo gelê Rojava şer dike Zîrek Rûs: Êrîşên DAÎŞ’ê û Tirkiye li Rojava rewşê xirab dike. Ji bo DAÎŞ û dewleta Tirk bê têkbirin, ji bo civakeke azad û demokratîk a rast bê avakirin divê raya giştî ya Rûsya destekê bide Rojava.

Êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye-Rojava demek dirêj e didomin. Li Rojava ya li dijî vê berxwedanek mezin jî heye, rêjeya tevlîbûna nava refên şervanên YPG û YPJ’ê hêzên herêmî jî zêde ye. Di serî de ji Ewropa bigire heta Îngîltere, Rûsya û DYE’yê enternasyonalîst ji bo parastina Rojava cihê xwe di çeperan de girtin. Yek ji van jî Zîrek Rûs ê ji Rûsyayê ye, hatina xwe ya Rojava ji ANF’ê re vegot.

Rûs têkildarî hatina xwe ya Rojava ev got: “Li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li ser gelên Rojava ji bo parastina Rojava serê sala 2020’ê hatime Rojava. Ji ber êrîşên terorîstên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk, li Rojava rewşek xirab li ber çavê min ket. Bi ezmûnên xwe yên niha amade me ku êrîşên DAÎŞ’ê û Tirkiye têk bibim. Di vê mijarê de amadekariyê min û hevalên min hene.”

Têkildarî Rojava jî şervanê enternasyonalîst Zîrek Rûs diyar kir ku mirov ji bo parastina gelê xwe û xaka xwe pir bi moral in û ev jî mirov kêfxweş dike. Rûs got: “Dixwazim bîranînên xwe yên li eniyê parve bikim. Şeva ku li eniya şer a Til Temirê bûm, li pişt darekê bûm. Me dengê Balafirên Keşfê yên bê Mirov (ÎHA) bihîst kûçikan êrîşî me kirin. Piştre milîtanên alîgirên Tirkiye gule li me reşandin. Ev ji bo min ezmûneke ku qet neyê jibîrkirin e.”

Rûs li ser têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û raya giştî ya Rûsyayê jî ev nirxandin kir: “Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê hate kirin bibîra xwe bînin. DAÎŞ rêxistineke terorê ye ku divê şansekî din neyê dayîn ku çawa berî 5 salan ji nû ve bê zindîkirin. Divê bi her awayî destek bê dayîna gelê Rojava. Li Bakur û Rojihilatê Sûriye-Rojava rewş ne pir hêsan e. Em li vir DAÎŞ’ê têk bibin, em ê bikarin li her derê DAÎŞ’ê têk bibin.

Divê ciwanên Rûsya û gelê Rûsya vê bizane. Divê ji Rûsyayê hê zêdetir enternasyonalîst destekê bide gelê Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî û hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji bo DAÎŞ û dewleta Tirk bê têkbirin, ji bo civakeke azad û demokratîk a rast bê avakirin divê raya giştî ya Rûsya destekê bide Rojava.”

Rûs li ser desteka Rûsya ya têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li herêmê jî ev got: “Rûya ji bo Tirkiye Efrîn dagir bike destek kir. Lê ev yek tenê lîstikeke siyasî ya di navbera Rûsya û Tirkiye de ya li ser bazirganiya petrol û gazê ye. Divê raya giştî ya Rûsya bizane ku Tirkiye li Rojhilata Navîn dewleteke emperyal a faşîst e, divê Tirkiye li Rojhilata Navîn bidin sekinandin.”