Xelkê Tirbêspî li hemberî êrişên dagirker meşiya

Li hemberî êrişên ku dewleta Tirk dibe ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê gel li Tirbêspiyê meşiya.

Şênî li pêşiya navenda Kongreya Star a navçeyê kom bûn. Di meşê de pankartên bi nivîsa ‘Bimire îxane’ hate hildan û dirûşmeyên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk hatin berzkirin.

Meş li pêşiya avahiya meclisa navçeyê veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberên Desteya Perwerdeyê Fener Hisên axivî û wiha got: "Dîrok xwe li ser destê dewleta Tirk dubare dike. Ji ber wê jî divê civaka navneteweyî derfetê nede ku careke din komkujî li dijî gelê Kurd werin kirin."

Fener Hisên destnîşan kir ku gelê Kurd ji malbata Barzanî dixwaze ku dev ji siyaseta partiyetî, berjewendî û hevkariya bi dijmin re berde.

Fener Hisên bang li gelê Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî kir ku li hember dewleta Tirk serî hildin û helwesteke ciddî nîşan bidin.

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.