Ciwanên Minbicê: Êrîşên qirkirinê li Başûrê Kurdistanê tê kirin

Yekîtiya Jinên Ciwan ên têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan, diyar kirin ku êrîşên qirkirinê li Başûrê Kurdistanê tên kirin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Daxuyaniya ku gelek jinên ciwan amade bûn ji aliyê Hedîl Casim ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dem dema azadiyê ye, ji beriya 22 salan ve tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin. Her wiha di kesayeta Rêber Ocalan de jiyana azad û mirovahiyê dikin armanc, ji ber ku modernîteya demokratîk altarnetîfa modirnîteya kaptalîst e.

Da ku modernîteya kaptalîst, ked û berhemên civakê kontrol bike, desthildariya xwe bi rêk û pêk ber ferh dike, siyaseta qirkirina çandî û biyolijîk dimeşîne û êrîşî jin û xwezayê dike.

Dewleta Tirk a faşîst di Rojhilata Navîn de amûra modernîteya kaptalîst e û domdar êrîşî destkeftiyên neteweya demokratîk dike. Her wiha ji destpêka damezrandina osmaniyan û heta niha komkujiyan pêk tînin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya PDK’ê pêk tên û ew êrîş biryara qirkirinê ye.

Dewleta Tirk li hember berxwedana dîrokî û qehremantî ya gerîlayan têk diçin."