Cenazeyê şervanê YPG’ê Birûsk li Dirbêsiyê spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG'ê Hisên Şêxo (Birûsk) li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê bi merasîmekê spartin axê.

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şervanê YPG'ê Hisên Şêxo (Birûsk) ê ku dema erka xwe bi cih dianî li navçeya Dirbêsiyê şehîd bûbû, bi merasîmekê spartin axê.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirtin û bi kerwanekî bi ber Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê rojavayê navçeyê ve çûn.

Li goristana merasîmek hate lidarxistin. Ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Edla Mistê axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:  "Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya şehîdan gelek serkeftin bidestxistin."

Li ser navê  QSD'ê Dilxwaz Dirbêsiyê jî axivî, bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û  got, berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevgirtina wan dagirkeriya Tirk têk birin. Dilxwaz Dirbêsiyê soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava diruşme û tiliyên dayikan de spartin axê.