Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim

Ji bo ku Tirkiye weke 'Welatê Ewle' hate ragihandin, Kurdistanî nerazî ne

Navenda Çandê ya Kurdistanê ji bo ku Yewnanîstanê Tirkiye weke ''Welatê Sêyan ê Ewle'' ragihandin, helwest nîşan da.

Navenda Çandê ya Kurdistanê ya li Yewnanîstanê piştî ku Yewnan Tirkiye weke ''Welatê Sêyan ê Ewle'' ragihand, daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em penaberên polîtîk ku ji azadiya siyasî bêpar, ji ber sedema ku mafê mirovan bi rengekî sîstematîk hatiye binpêkirin û ji ber zilmê bêgav mane ku ji Kurdistanê û Tirkiyê werin, diyar dikin polîtîkaya ku Yewnan û Yekîtiya Ewropayê penaberan dişîne Tirkiyê pir xapînokî ye.''

Di daxuyaniyê de her wiha faşîzma AKP-MHP'ê hate destnîşankirin û hate gotin, ''Heke bi rengekî sîstematîk were astenkigin ku penaber xwe li Ewropayê bigirin û wan bişînin Tirkiyê ev ê li ser jiyan û debara jin, zarokan talokeyeke mezin bîne.''

2'yê Hezîrana 2021'an Wezareta Karê Derve û Wezareta Koç û Penaberiyê biryareke hevpar dabûn û di vê biryarê de hatibû gotin Tirkiye ji bo penaberên Sûrî, Efgan, Pakistanî, Bangladeş û Somaliyê ''welatê ewle yê sêyan'' e.