'Li dijî dagirkeriyê divê em bibin yek'
Hesen Yûsif Mele Hisên ku salên 1990'î li nav PDK'ê pêşmergetî kirî li dijî dagirkeriya Tirk banga yekîtiyê kir û got, ''Heke em bibin yek dewleta Tirk nikare xwe li ber me bigire''.
Hesen Yûsif Mele Hisên ku salên 1990'î li nav PDK'ê pêşmergetî kirî li dijî dagirkeriya Tirk banga yekîtiyê kir û got, ''Heke em bibin yek dewleta Tirk nikare xwe li ber me bigire''.
Helwesta li dijî êrîşên dagirker ên Tirk u ji 23'yê Nîsana 2021'an ve li ser Başûrê Kurdistanê ve didomin her ku diçe geştir dibe. Hêzên bi ser PDK'ê ve jî gelekî hêzê dişîne ser qadên gerîla ku ev dever di hedefa êrîşên dewleta Tirk de ne.
Pêşmergeyên berê ji ber ku PDK sewqiyata leşkerî dişîne ser qadên gerîla rexne li PDK'ê dikin û dibêjin, ''Xwe ji şerê dijî PKK'ê dûr bigirin.'' Hin pêşmergeyan gotin, ''li şûna ku ez ê fîşekê bavêjim PKK'ê, ez ê bavêjim xwe'' û dev ji çekê berdan. Li Rojavayê Kurdistanê jî berê hinan li nav PDK'ê pêşmergetî kiribû. Yek ji van jî Hesen Yûsif Mele Hisên e ku ji gundê Girasor ê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye.
Mele Hisên dibêje salên 90'î 5 salan li herêma Zaxo pêşmergetî kiriye û got, ''Dewleta Tirk li Sûriyê, Iraq û bakurê Kurdsitanê, li başûrê Kurdistanê dixwaze xaka me dagir bike. Divê em nehêli nku dewleta Tirk were ser van xakan û birayên me bikuje.''
Mele Yûsif got, ''Heke dewleta Tirk bi balafiran pêşmergeyan bombe bike û pêşmergeyan şehîd bike pêşmerge jî divê li dijî dewleta Tirk rabe'' û wiha got: ''Dewleta Tirk bax û baxçeyên gel bombe dike. Ji ber êrîşên Tirk ziyan hate ser gundên li ser sînor. Heke mala min jî li wir be balafirên şer ên Tirk wê min bombe bike û min bikuje. Dewleta Tirk bi hinceta PKK'!ê gel bombe dike.
Mele Hisên got divê her kes li dijî dagirkeriya Tirk bibe yek û got, ''Ji bo pêşî li dagirkeriya Tirk were girtin divê em bibin yek. Heke em bibin kesek nikare li pêşiya me bisekine. Heke em nebin yek ew ê her tiştî bikin. Divê di navbeyna me û PKK'ê de şerê birakujî nebe. PKK û pêşmerge Kurd in û bira ne. Divê dewleta Tirk welatê me dagir neke. Heke em bibin yek dewleta Tirk nikare xwe li ber me bigire.''