Aqûbeta nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê hîn jî nayê zanîn

Nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser ên li Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin, 16 roj in aqûbeta wan nayê zanîn.

10'ê Hezîranê hêzên PDK'ê, nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Hewlêrê Cîhad Hesen, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîzî girtin ku diçûn balafirgeha Hewlêrê da ku mêvanan pêşwazî bikin.

Ji wê rojê ve tevî bangewaziyên Rêveberiya Xweser û PYD'ê, hêzên PDK'ê cihê kesên girtine eşkere nekiriye.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser roja yekemîn a girtinê daxuyaniyek dabû û tê de gotibû: "Ev girten nakokiyê zêde dike û diyalogê lawaz dike. Em hêvî dikin ku aliyên Başûrê Kurdistanê di vê pêvajoya hesas de bi projeyên dewleta Tirk neyên xapandin ku hewl didin şerekî birakujiyê derxe."

Rêveberiyê bang kiribû ku çaranûsa nûnerên wan ên hatine girtin bê eşkerekirin û werin berdan.