Çeteyên li kampa Holê fermanên xwe ji DAÎŞ'iyê MÎT'ê werdigirt

Endamên hucreya veşartî ya DAÎŞ'ê ku li Kampa Holê hatin girtin, diyar kirin ku wan fermana çalakiyên xwe ji Cerrah Ebû Omer wergirtine ku ev çete ji aliyê MÎT'ê ve ber bi Girê Spî ve hate revandin.

4 çeteyên DAÎŞ'ê yên li Kampa Holê di operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hatin girtin, endamên wê hucreya DAÎŞ'ê bûn ku li kampê herî zêde êriş dikirin. Bi girtina DAÎŞ'iyan re pêşî li êrişên mezintir ên gengaz hate girtin. Emîrê hucreya ji 4 kesan Mersûl Samî Mûhammed Necîm e ku bi navê 'Ebû Velîd' tê naskirin. Di nava hucreyê de her wiha birayê Ebû Velîd Selam Samî Mûhammed, Husam Tala Feryad û Mervan Halîd Duleymî jî hene. Hem jî di operasyona li dijî DAÎŞê de ya li Dêra Zorê ketin nava penaberan û hatin Kampa Holê. Di lêpirsîna destpêkê de mukur hatin ku li Kampa Holê sê êriş kirine.

PEYDAKIRINA ÇEKAN

Mersûl Samî Mûhammed Necîm ji herêma Enbarê ya Iraqê ye. Di nava DAÎŞ'ê de weke Ebû Velîd tê naskirin. Yek ji emîrên DAÎŞ'ê yên li Kampa Holê ye. Li sûka kampa Holê dikaneke xwe heye. Li kampa Holê emîrê wê hucreyê ye ku herî zêde sûîqest kirin. Ebû Velîd anî ziman ku wî fermanên xwe ji Cerrah Ebû Omer werdigirt ku tê zanîn li Gigrê Spî ye û got, "Ebû Omer her carê bi nûmarayên cuda li min digeriya. Digot tu yê vî karî bike. Ebû Omer bi me re diaxivî û digot ku hedef li ku ye. Ji bo peydakirina çekê jî bi telefonê diaxivî û piştre jineke bi navê Ummu Omer çek ji nava sûkê dianî. Piştî çalakiyê jî ji bo wergirtina çekê agahî dida wê û me çek ji nû ve radestî wê dikir. Her kesî her kar dikir. Kuştin ne karê kesekî bi tenê bû. Bi giranî birayê min Ebû Hasan hedef dikuşt.

JI BO KUŞTINÊ HATE HILBIJARTIN

Selam Samî Mûhammed ji herêma Enbarê ya Iraqê ye. Di nava DAÎŞ'ê de bi navê Ebû Hasan tê naskirin. Birayê serçeteyê DAÎŞ'ê Ebû Velîd e. Ebû Hasan wiha li xwe mikur hat: "Kekê min Mersûl hat û ji min re got ku divê bi DAÎŞ'ê re bixebitim. Bi vî rengî tevlî DAÎŞ'ê bûm. Emîrê hucreya me kekê min Mersûl bû. Me fermanên xwe ji Cerrah Ebû Omer werdigirt. Me 3 sûîqest kir. Ebû Îbrahîm bi min re dihat. Ebû Cuneyet keşif dikir û karê şopandinê dimeşand. Çek jî ji aliyê jinekê ve ji sûkê ji me re dihate anîn. Piştî çalakiyê me çek dida heman jinê. Di çalakiyên xwe de me du kes kuşt, yek jî nekarî bikuje. Min hedefa xwe kuşt. Min hemû hedefên xwe dikuşt. Cerrah Ebû Omer ji bo kuştina hedefên hatine diyarkirin ez hilbijart."

EBÛ ÎBRAHÎM AGAHÎ KOM DIKIR

Husam Tala Feryad ji herêma Felûce ya Iraqê ye. Di nava DAÎŞ'ê de weke Ebû Îbrahîm tê naskirin. Li kampê malzemeyên derman difirot. Ebû Îbrahîm di lêpirsînê de wiha axivî: "Bi rêya Ebû Cuneyet tevlî hcureya Ebû Velîd bûm. Ebû Velîd kîsek da min, bombe tê de bû. Ji min xwest ku bidim emîrekî DAÎŞ'ê yê li kampê. Li sûkê li qehweyê dema ku em rûdinişt min agahî kom dikir. Agahiyên ku min kom dikir jî bi hucreyê re parve dikir."

PLANSAZÎ Û CIVÎN LI SÛKÊ DIKIRIN

Mervan Halîd Duleymî ji herêma Enbarê ya Iraqê ye. Di nava DAÎŞ'ê de weke Ebû Cuneyt tê naskirin. Ebû Cuneyt anî ziman ku li kampa Holê tevlî nava DAÎŞ'ê bû û wiha axivî; "Bi rêya Ebû Velîd tevlî vê hucreyê bûm. Min Ebû Velîd jî bi rêya Ebû Omer nas kir. Nûmara min da û bi rêya telefonê axivîn. Hucreya me ji 4 kesan pêk dihat. Emîrê me Ebû Velîd bû. Me ferman ji wî werdigirt. Li sûkê em li hev diciviyan û civîna xwe dikir. Cihekî ne li pêş çavan bû. Me li cihekî weke parkê civînên xwe dikir. Tevlî 3 êrişan bûm. Me ferman ji Ebû Omer werdigirt. Min keşîf dikir, dişopand. Me debance, kêr û bombe bi kar dianî. Mersûl beriya êrişê ji me re dianî. Piştî êrişê jî dibir. Dida jinekê. Lê belê nizanim bê jin kî ye."