Dewleta Tirk careke din bombe li Girê Spî barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundekî Girê Spî barand.
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundekî Girê Spî barand.
Êrişa li ser gundê Qiselî li gorî dema herêmî saet di 11:50'î de dest pê kir.
Li ser bombardûmanê agahiyên berfireh bi dest neketin.
Dewleta Tirk rojane bombeyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibarîne. Qadên sivîlan dibin hedefa êrişan.
22'ê Hezîranê di êrişa li ser rojavayê Girê Spî de zarokê 17 salî Mihemed Îbrahîm El Hêşêr birîndar bûbû.