Kongreya Star şehîdên Helincê bi bîr anî

Koordînasyona Kongreya Star, 3 jinên şoreşger ên di Komkujiya Helincê de şehîd bûn bi bîr anî û bang li gelan kir, ku li ber dewleta Tirk rabin.

23'ê Hezîranê salvegera yekemîn a şehadeta endamên Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî ye ku di encama bombebarana balafireke bê mirov a girêdayî dewleta Tirk li ser malek li gundê Helincê yê kantona Kobanê şehîd bûn.

Bi vê boneyê Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê bêdengiya saziyên hiqûqî yên navneteweyî şermezar kir û destnîşan kir ku bêdengiya wan tê wateya beşdarbûna wan ji sûcên şer re.

Daxuyanî wiha ye: "Di salvegera yekemîn a şehadeta endamên Koordînasyona Kongreya Star li herêma Firatê em hemû şehîdên Helincê bi bîr tînin. Em teqeziyê li ser wefedariya li ser rêya şoreşa gelan re ji bo azadiyê dikin. Em şehîdên xwe yên ji bo wekheviya civakî têkoşiyan ji bîr nakin.

Em ê şopdarên rêya bi hezeran şehîdên rêya îdeolojiya azadî û demokrasiyê bin û em hemû hêviyên wan pêk bînin. Jina Kurd pêşengtiya rêya azadî û demokrasiyê ji hemû jinên cîhanê re dike. Ji ber wê jî dewleta Tirk li her deverê wan dike hedef.

Tişta ku li Kobanê qewimî ji hedefgirtina siyasetmedaran her wiha hedefgirtina têkoşer Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li Fransayê ji aliyê îstixbaratên dewleta Tirk ve û hedefgirtina endama HDP'ê Deniz Poyraz û jinên li herêmê dagirkirî, me dît.

Dewleta Tirk ji dehê salan ve şerê azadîxwaz û demokratan dike, wekî parlementer, çalakvan, siyasetmedar, hiqûqnas û rojnamevan. Bêyî ku girîngiyê bide pîvan û qanûnên navneteweyî wan dike hedef.

Dewleta Tirk a faşîst ji îradeya jina azad ku bi îradaya gelê xwe ve girêdayî ye, ditirse. Ji jina ku parastina maf, azadî û xaka xwe dike, ditirse. Jin hewl dide ku bibe bendek li hember êrişên dewleta Tirk.

Em weke Kongrya Star komkujiyên hovane li dijî gelên Rojhilata Navîn nexasim jinên şoreşger, têkoşer û kadroyên rêxistina jin, şermezar dikin. Em sûcên wan ên qirêj û sûcên şer ku dewleta Tirk pêk tîne, şermezar dikin.

Em bang li hemû tevgerên jinan li cîhanê û hemû gelên têkoşer û azadîxwaz dikin ku li hember êrişên hovane bisekinin. Helwesteke dîrokî û têkoşînî ji bo azadiyê bistînin. Her wiha em bang li civaka navneteweyî dikin ku sûcên şer bişopîne û sûcdaran darizîne û dagirkeriya Tirk ji herêmê re, bi dawî bike."