Tirkiye Efrîn talan kiriye

Xwediyê darên zeytûnan û fabrîkayên zeytûnan ên Efrînî, ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan li talan wan daye got, ''Dewleta Tirk li talanê Kurdan dide.''

Ji gundê Rûya yê navçeya Mabata ya Efrînê Necîb Şêxo got, ''Bila hemû cîhan zanibe ENSK ne ji me ye, dagirker e. Bi 6 çeteyan tevlî nav dagirkirin Efrînê bûn. Ew jî bi Tirkan û çeteyên wan re mal û milkên me talan kirin. Di nav vê talanê de bûn, tiştên ku Tirk û çete pê nizanin rê şanî wan didin. Kurdên welatparêz îxbar dikin û wan dikujin.''

Zuheyîr Mihemed Elî jî ku li talana mal û milk û fabrîkayên wî dan û revandin Tirkiyê jî got, ''Ji ber talanê 250 milyon dolar zirar gihaşte min. Em û zarokên xwe tim bixebitin jî em nikarin vî pereyî derxin. Dîsa jî dikarim pereyan ji bîr bikim lê gora bavê xwe, Efrînê û darên zeytûnan ji bîr nakim.''

Necîb Şêxo bi bîr xist ku dewleta Tirk û çeteyê wan mal û milk û zeytûnên wan talan kirine û got, ''Li Efrînê me xwediyên fabrîkayên zeytûnan yekîtiyek danîbû. Vê yekîtiyê tespît kiribû li Efrînê 280 fabrîkayên zeytûnan hene. Ji ber dagirkeriya Tirk ev ji 3 salan zêdetir e tenê 100 fabrîka mane, 180 jê talan kirin. Ên baş birin Tirkiyê. Hinek jê birin Idlibê û firotin. 18 hezar darên zeytûnan hebûn, 16 fabrîka hebûn ku ji zeytûnan sabûn çêdikirin. Dest li ser darên wan Efrîniyan danîn ku mecbûr man ji Efrînê derkevin.''

Şêxo bi berdewamî diyar kir di nav sê salan de ji 100 fabrîkayên zeytûnan ji ber dagirkeriya Tirk xwediyê 50 fabrîkayan li Şehba û Helebê ne, çeteyan dest li ser fabrîkayên wan daniye û got, 'Niha jî avahiya fabrîkaya min kirine biryargeha MÎT'ê. '' 

Şêxo her wiha got, ''Zeyta ku li Efrînê tê hilberandin jî zextê li ser gel dikin û bi erzanî dikirin. Vê zeytê li ber fabrîkaya Nûrî Arap a Cindirêsê kom dikin û ji Sînorê Derî yê Hamanê dibin Tirkiyê. Dema ku em li Efrînê bûn sala 2017-2018'an tenekeyek zeyt bi 30 hezar lîreyî dihate firotin. Wê demê dolar 500 lîreyê Sûriyê dikir. Niha dolarek bûye 4 hezar lîre. Divê tenekeyek zeyt 150 lîre hezar lîre be. Li Elmanyayê xizmên me hene. Dibêjin ew zeyta Efrînê bi 200 Euroyî dikirin. Tirkiye bi  meclîs, çete û têcirên bi xwe ve girêdayî pergaleke wiha ava kiriye tenekeyek zeyt bi 30-35 hezar lîre distîne. Tam pergala şelihandinê ye.''

Şêxo her wiha got ji zeytûnan bigirin heta bi sabûnê ya ku li talanê wan die dewleta Tirk e û got, ''Ev dijminê Kurdan in. Dibêjin, ''wê rêveberiya xwser, Kurdî, Kurd nebin''. Dixwazin Efrînê ji Kurdan vala bikin. Dibêjin, 'çete talan dikin, dikujin'. Kî ne çete? Hemû MÎT in, leşkerên Tirkiyê ne. Dewleta Tirk çi fermanê bide wiha dikin'' û domand, ''Armanca Tirkiyê ew e ku li Efrînê Kurd nemînin. Jixwe niha nifûsa Kurdên li Efrînê 30 ji 100'î jî nîne.''

Necîb Şêxo, ENKS’lilerin Türk devletinin ve çetelerin Efrîn’de gerçekleştirdiği talanın ortağı olduğuna dikkat çekerek, sözlerini şöyle sürdürdü: “

Necîb Şêxo jî got ENKS'yî hevkarê talana dewleta Tirk û çeteyên wan a li Efrînê ne û got, ''Bila hemû cîhan zanibe ENSK ne ji me ye, dagirker e. Bi 6 çeteyan tevlî nav dagirkirin Efrînê bûn. Ew jî bi Tirkan û çeteyên wan re mal û milkên me talan kirin. Di nav vê talanê de bûn, tiştên ku Tirk û çete pê nizanin rê şanî wan didin. Kurdên welatparêz îxbar dikin û wan dikujin.''

Zuheyr Mihemed Elî yê ji gundê Tilfê yê Efrînê ku dewleta Tirk li talana fabrîkaya wî ya zeytûnan daye got, ''Mal û fabrîkaya min nêzîk e. Li ser mala min alaya Tirk xêz kirine û bi Tirkî nivîs nivîsîne. Fabrîkaya min aval kirine û niha pez li wir xwedî dikin. Maleke min kirine mizgeft û çete ketine mala kurê min. Tenê ku ez zirara fabrîkayan bihesibînim 250 hezar dolar dike. Helbet dest li ser darên min ên zeytûnan jî danîne.  Li Efrînê li her fabrîkayeke zeytûnan bi kêmanî 25 hezar zeyt dihate çêkirin. Vê zeytê niha hemûyî dibin Tirkiyê.''

Elî bi berdewamî wiha got: ''Ji ber talanê 250 hezar dolar zirar gihaşte min. Em û zarokên xwe tim bixebitin jî em nikarin vî pereyî derxin. Dîsa jî dikarim pereyan ji bîr bikim lê gora bavê xwe, Efrînê û darên zeytûnan ji bîr nakim.''