Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniya têkildarî êrişê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de ya li bajarê Qamişloyê tiştek bi kesî nehatiye, lê belê xisar li avahiyê bûye.

HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN

Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi vî rengî ye:

"Êrişên artêşa dewleta Tirk a faşîst ên li ser aramî û ewlehiya gelê me dewam dikin. Îro jî li bajarê Qamişloyê êriş li ser navendeke me hate kirin, êriş bû sedema xisara madî.

Ev êriş şerekî psîkolojîk e li dijî gelê herêmê, her wiha hewldanek ji bo astengkirina wezîfeya ewlekariyê ya hêzên me ye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îradeya wan a berxwedanê ya li dijî van êrişan ji her demê bêhtir xurt e.