QSD: 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin

QSD'ê ragihand ku li bajarokê Sifiyan ê Şedadê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.

GIRTINA DAÎŞ'IYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî operasyona ku tê de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî QSD’ê operasyoneke ewlehiyê li dar xist. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku operasyon berbanga îro li bajarokê Sifiyan ê bajarê Şedadê yê li başûrê rojhilatê bajarê Hesekê pêk hat.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di operasyonê de "şaneyeke DAIŞ’ê ya ku gelek kiryarên terorî li herêmê pêk dianîn, hat jihevxistin” û ev agahî hat parvekirin: "Operasyon bi girtina çeteyê bi navê Îsa Mihemed Heshas (Ebî Hemze) û çete Ebdullah Mihemed Heshas (Ebî Omer) bi encam bû. Her wiha hêzên operasyonê miqdareke çek û teqemeniya li gel her du çeteyan desteser kirin."