Berteka li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser navendên tenduristiyê yên li Rojava

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Firatê bertek nîşanî sûcên dewleta Tirk a dagirker û komkujiyên li dijî herêmê, hedefgirtina nexweşxaneyan, navendên tenduristiyê û ambulansan da û diyar kir ku êrîş li dijî pergala tenduristiyê ya li herêmê ye.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ YÊN LI ROJAVA

Droneke dewleta Tirk a dagirker dora Nexweşxaneya Dil û Çavan û nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a li bajarê Qamişloyê bombebaran kir. Di encamê de zirarên madî û birîndar çêbûn. Desteya Tenduristiyê ya kantona Firatê li pêşiya Nexweşxaneya Kobanê daxuyaniyek da. Ji rêveberên Nexweşxaneyê Omer Elewî Hisên Îbrahîm daxuyanî xwend. Bijîşk û endamên desteyê di dayîna daxuyaniyê de hazir bûn.

Di daxuyaniyê de sûc û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qada tenduristiyê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku Neteweyên Yekbûyî (NY) û Xaça Sor berpirsên van êrişan in, ji ber ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navendên tenduristiyê û kadroyên wê, bê deng in.

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker bên rawestandin û hate destnîşankirin ku ev êrîş vîna gelên herêmê û kadroyên tenduristiyê naşikînin û dê xebatên xwe berdewam bikin.