139 çeteyên DAÎŞ'ê di nava dewleta Tirk de ne

Li gorî daneyên Navenda Belgekirina Binpêkirinan li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin 139 çeteyên DAÎŞ'ê hene.

HEVKARIYA DEWLETA TIRK Û DAÎŞ’Ê

Navenda Belgekirina Binpêkirinan raporek têkildarî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku li herêmên dagirkirî di nava çeteyên dewleta Tirk a dagirker de tev digerin, parve kir. 

Di rapora Navenda Belgekirina Binpêkirinan de navên 139 çete û serçeteyên DAÎŞ’ê yên li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, hatine parvekirin.

Li gorî raporê, tevî serçeteyan 139 DAÎŞ’î di nava çeteyên "Ceyş El Wetenî" yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de tev digerin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku 139 DAÎŞ’î li herêmên dagirkirî; Efrîn, Ezaz, Girê Spî, Serêkaniyê, Bab û Cerablusê di nava çeteyên artêşa Tirk de tev digerin.

Di raporê de îşaret bi çeteyê bi navê Omer El Hecî Sultan û serçeteyekî din ê bi navê Ebû El Wefa El Tûnisê hate kirin û ev agahî hatin parvekirin: "Çete Omer El Hecî Sultan yek ji DAÎŞ’iyên nêzî serçeteyên DAÎŞ’ê ye. Nasnameya wî sûriyeyî ye, niha li bajarê Girê Spî dimîne.  Ebû El Wefa El Tûnisî ku berê efserekî îstîxbarata Tûnisê bû, niha serçeteyekî DAÎŞ’ê ye, li bajarê Serêkaniyê dimîne."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku serçeteyên DAÎŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî, Ebû Îbrahîm El Qureşî û Ebû Hisên El Qureşî li herêmên dagirkirî di operasyonên QSD û Koalîsyona Navneteweyî de hatibûn kuştin.