YPJ: Wê ev berxwedan serî netewîne

YPJˊê anî ziman ku têkoşîna Çapemeniya Azad a ji Gurbetellî heta Agirî Yilmaz, ji Dilovan Gever heta Gulîstan û Hêroyan xwedî dîrokeke tijî berxwedan e, ji ber wê jî wê ti car serî netewînin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî qetilkirina rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve daxuyaniyek da.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Êrîşa dewleta Tirk a faşîst ya li ser rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn bi armanca planên dewleta Tirk a îlhakê ya li ser Başûrê Kurdistanê veşartinê, hate pêkanîn. Hêzên hêrêma Kurdistanê û Iraqê li Başûrê Kurdistanê ji bo deskeftiyên Tevgera Azadiya Kurdistanê tine bikin, li gel dewleta Tirk ya ku beka ya xwe di qirkirina gelê Kurd û herêmê de dibîne, bi konsepteke pir alî êrîşên wiha yên terorî û dijmirovî pêk tînin.

Gulistan û Hêro rastiya êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, hêzên xiyanetkar û yên ku xûlamtiyê dikin ji nêz ve dişopandin, bi kamera û pênûsa xwe ragihandin rayagiştî. Ji ber vê yekê Gulistan û Hêro di 23’ê Tebaxê li Silemanê rastî êrîşa dewleta Tirk hatin. Gulistan û Hêro ti car rawestan qebûl ne dikirin û berdêl çidibe bila bibe hebûna xwe fedayî eşkere kirina heqîqeta li welat tê jiyîn, kirin. Dîroka çapemaniya Kurd bi dîroka tekoşîna gelê Kurd re xwedî heman dîrokê ye. Berxwedaniya gelê Kurd bi saya keda rojanamevanên li ser şopa heqîqetê tekoşîn kirin îro eşkere ye û dîrok nikare vê ruhê wêrek ya ku serxwebûn û azadiyê de bi israre înkar bike

Dewleta Tirk li pêşiya çavê tevahî cîhanê bi balafirên bi çek êrîşên xwe yên hovanê pêk tîne. Dewleta Tirk bi vê rêbaza dervayî pîvanên şer li pêşiya çavê hemû cîhanê êrîşî pêşengên gel, siyasetmedar, akademîsyen, şervan û rojnamevanan dike. Dewleta faşîst û qirker a Tirk li Rojavayê Kurdistanê jî di sala 2019’an de dema ku şervan û rojnamevan Dilovan Gever êrîşên dagirkeriyê ya li ser bajarê Girê Sipî dişopand, bi avayekî hovane qetil kir. Weke herdem sazî û dezgehên mafê mirovan li hemberî van êrîşên dewleta Tirk, bedeng in.

Pêwîste hemû rayedar û berpirsên Herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê baş bizanibin ku bi avayekî eşkere li ser axa Başûrê Kurdistanê hevkarî ji qirkirina gelekî re tê kirin. Qetilkirina rojnamevanan tê wateya bêdeng kirina dengê heqîqet ê. Pêwîste hêzên Başûrê Kurdistanê û Iraqê destûrê nedin ku dewleta Tirk li ser axa wan, êrîşên namerdane pêk bîne.

Em ji malbatên hêja ya Gulistan Tara û Hêro Behadîn re sersaxiyê dixwazin. Tekoşîna ku ragihandina jina azad ji bo eşkere kirina kiryarên faşîzma dewleta Tirk ji Gurbetelliyan heta Agirî Yilmaz, Dilovan Gever, Gulistan û Hêroyan xwedî dîrokeke tijî berxwedane ji ber wê jî wê ti car serî netewînin. Em weke şervan û rojanmevanên ku ji bo azadiya gel û welatê xwe şer dikin û berxwedaniyê radigîhînin soza domandin û bilind kirina tekoşîna Gulistan û Hêroyan didin."