Li Reqayê merasîma bîranîna şehîdan

Li Reqayê ji bo bîranîna şehîd Egîd (Mahsum Korkmaz), şehîdên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê merasîmek hate lidarxistin.

Ji bo bîranîna fermandar şehîd Egîd, şehîdên mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê li goristana şehîdan a gundê Hikûmiyê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de malbatên şehîdan, Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantonê, Meclisa Leşkerî ya Reqayê, partiyên siyasî, Kombûna Jinan a Zenûbiya û rûspiyên eşîran beşdar bûn.

Di serî de bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endama meclîsê Etab El Dêf hemû şehîdên azadiyê û şehîdên pêngava rizgarkirina Reqayê ya 2017'an bi bîr anîn.

Etab El Dêf destnîşan kir ku fedakariya 13 hezar şehîdan planên mêtingeriyê di serî de planên dewleta Tirk a dagirker têk birin.

Etab El Dêf got: "Em sersaxiyê ji tevahî malbat, dayikên şehîdan re dixwazin û ji wan re dibêjin em li ser rêça şehîdan in."

Bi navê şêniyên kantonê hevserokê Meclîsa Rêveber a kantonê Meşleb El Turkan fedakariya şehîdan, şehîdên Pêngava 15'ê Tebaxê û şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza domandina rêya şehîdan nû kir.

Di dawiya merasîmê de malbatên şehîdan û beşdaran li ser gorên şehîdan mûm pêxistin.