BI DÎMEN

Li Holê çeteyekî DAÎŞ’ê hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku wan li gundê Cebne yê bajarê Holê çeteyekî DAÎŞ’ê girtine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek li ser li ser malpera xwe ya fermî weşand. Li gorî daxuyaniyê, Saziya Ewlehiya Giştî û hêzên taybet duh sibê (24 Tebax) bi operasyoneke çeteyekî DAÎŞ’ê li gundê Cebne yê başûrê bajarê Holê girt.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku operasyon piştî tesbîtkirina cihê çete, şopandina tevgerên wî û komkirina agahiyan û îsbatan pêk hat. Hate diyarkirin ku çeteyê hatî girtin, di şaneya revandina çeteyan ji kampa Holê û herêmên din ber bi herêmên dagirkirî ve cih digirt.