Cenazeyê şehîd Hesen El Şêx li Tebqayê hat veşartin

Cenazeyê şehîd Hesen El Şêx li Pakrewangeha Kantona Tebqayê hat veşartin. Şêniyên Kantona Tebqayê destnîşan kirin ku ew ê bibin şopdarê şehîdan.

Cenazeyê şervanê hêzên Komandos ê Hêzên Sûriya Demokratîk Dilgeş (Hesen El Şêx) ê 21`ê Tebaxê li kantona Minbicê şehîd bû, bi merasîmekî li Pakrewangeha Tebqayê hat veşartin.

Bi sedan şêniyên kantonê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, meclis û desteyên wê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Leşkerî ya Tebqayê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevlî merasîmê bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê Yasir El Elîs axivî û got: "Rêya şehîdan, rêya rûmet û serfiraziyê ye. Her çiqas dijmin bi ser me de werin, em ê li ber xwe bidin û şehîdan bidin da ku herêmên xwe ji destê wan rizgar bikin."

Ji fermandarên hêzên Komandos Baran Kobanê axivî û soz da ku rêya şehîdan bidomînin û destkeftiyên wan biparêzin.

Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê kantona Tebqayê Necah El Hisên got: "Em soz didin şehîdan ku têkoşîn û berxwedana wan berdewam bikin. Bi rêya hevgirtinê û xwedîderketina li hêzên leşkerî em welat biparêzin."

Dûre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiyê de girseyê cenazeyê şehîd di goristanê de veşart.