'Rojnamevan ji ber dagirkerî û xiyanetê eşkere dikin hedef tên girtin'

Gelê kantona Cizîrê li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser rojnamevanan şermezar kirin û gotin: “Ji ber ku rojnamevan rastiya dagirkerî û xiyanetê eşkere dikin, êrîş dikin. Ev hedefgirtin helwesteke dijberî azadiya çapemeniyê ye."

Gelê Qamişloyê bi meşeke girseyî êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser wesayîta rojnamevanên çapemeniya azad a li navçeya Seyîdsadiq ku di encama êrîşê de rojnamevan Hêro Behadîn û rojnamevan Gulistan Tara şehîd bûn, şermezar kir. Meş li pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê vegerî mîtîngê.

Li wir rêvebera Kongra Star Şeha Xelîl axivî û got: "Êrîşên dagirkeriyê li ser jinan ji ber îflasbûna wê ne. Bi taybet dagirker êrîşî rojnamvanên jin ên çapameniya azad dike ku ew rastiya şoreşa jinane, rastiya dagirkerî û xiyanetê eşkere dikin. Em ji desthilatdaran re dibêjin hûn nikarin vîn û şoreşa me têk bibin. Em ê bi hevgirtin û yekîtiyê planên wan têk bibin û destkeftiyên xwe biparêzin."

LI DIRÊKÊ ÇALAKÎ HAT LIDARXISTIN

Li Dêrikê jî bi beşdariya gelê bajarên Girkê Leêg, Çilaxa, Til Koçer û xelkê Dêrikê meşek hat lidarxistin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin hildan.

Hevseroka Meclisa Bajarê Girkê Legê Nesrîn Mihemed axivî û got: "Hedefgirtina rojnamevanan hedefgirtina dengê rastiyê ye. Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li dijî jinên pêşeng de bi armanca têkbirina şoreşa jinan, fikir û îradeya wê ku ji Rêber Abdullah Ocalan girtine, dewam dike. Dê jin li pêş êrîşên dewleta Tirk a dagirker bibin pireyeke xurt û rastiyê bigihînin tevahî dewletên cîhanê."

Rêvebera Kongra Star a Dêrikê Şadiya Yûsif axivî û got: "Sûceke din li dîroka Tirkiyeyê ya reş û sûcên wê yên li dijî ragihandin, rojnamegeriyê û weşandina rastiyê zêde dibe. Ev hedefgirtin binpêkirina li dijî tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî ne. Ev hedefgirtin helwesteke dijberî azadiya çapemeniyê û mafên mirovan nîşan dide."