Cenazeyê şehîd Dilxwaz Hesekê hat veşartin

Cenazeyê şehîd Dilxwaz Hesekê bi merasîmeke li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya Dirbêsiyê hat veşartin.

Bi tevlîbûna sedan xelkê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Dilxwaz Ferhan Celo (Dilxwaz Hesekê) li Goristana Şehîd Rustem Cûdî yê gundê Berkevirê hat veşartin. Dilxwaz Hesekê dema li ser erka xwe bû di 22ˊê Tebaxê de şehîd bû.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Mihemed Nebî Kotî sersaxî da malbata şehîd û got: "Şehîd di oxira jiyaneke azad û rûmet de canê xwe didin."

Kotî wiha domand: "Bi saya fedakariyên şehîdan têkoşîna tevgera rizgariya Kurdistanê û berxwedana wê deng veda."

Her wiha endamê rêveber ê HPCˊê ya kantona Cizîrê Hemîd Meîş axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê ji bo şikandina vîna gelan êrîşên dijwar pêk tîne."

Meîş wiha domand: "Vîna gelên têkoşer li hember xiyanetê û dagirkeriyê têk naçe. Em ê li ser metoda şehîdan û fikra Rêber Abdullah Ocalan heta serketinê tê bikoşin."

Her wiha apê şehîd Dilxwaz Hesekê, Îsmaîl Hac Ferhan Celo axivî û got: "Malbatê di oxira azadiyê de şehîd dan. Em soz didin ku li ser metoda şehîdan û fikra Rêber Abdullah Ocalan bimeşin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.