Hewldana êrişê ya çeteyan hate astengkirin

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk ên hewl didan bikevin nava kantonê hate astengkirin.

ASTENGKIRINA HEWLDANA ÊRIŞÊ

Di navbera hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên dewleta Tirk ên hewl didan bikevin nava kantonê şer qewimî. Di şer de çeteyek hate kuştin, gelek çete jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, serê sibehê saet di 05:30'î de çete hewl dan bikevin nava gundê Mehsenliyê.

Hate ragihandin ku bi 3 droneyên bombe li gund hate barandin û ji ber êrişê xisara madî li gund bû.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewldana êrişê asteng kirin.