Dewleta Tirk li Efrînê 5 kes revandin

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" ên bi ser dewleta Tirk a dagirker ve li Efrînê 5 kes revandin.

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" ên bi ser Tirkiyeyê ve bi ser malên li Taxa Sîna ya li navenda navçeya Cindirêsê yê Efrînê de girtine û 5 welatî revandin e. Navên kesên hatine revandin wiha ne: Nebhan Hesen Haco (52) ji xelkê Şiyê, Hisên Hesen Xorşîd (32) ji gundê Gorda, Îbrahîm Yûsif Silêman (40) ji gundê Xalta, Mistefa Şukrî Hemo (34) ji gundê Çeqela Navîn yê Şiyê, Selah (55) ji gundê Baflûrê yê Cindirêsê.

Çeteyan vê sibehê welatiyê bi navê Dawûd Reşîd Ukaş (46) ê ji gundê Kurzêlê ya bi ser bajarokê Bilbila Efrînê ve jî revandibûn.