Dagirker 3 roj in êrîş dikin: Sûcê şer tê kirin

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Artêşa Tirk a dagirker qadên sivîl jî bombebaran dike û sûcê şer dike.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ YÊN LI SER ROJAVA

Dewleta Tirk a dagirker 3 roj in bênavber bombe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibarîne û sivîlan qetil dike.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker di 25-26’ê Cotmehê de li ser binesaziyên sivîl pêk anî, daxuyanî da.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku dewleta Tirk cihên sivîlan ên weke eczane, firin, febrîqeya mast-penîr û santrala elektrîkê bombebaran kir û di êrîşê de 7 kes birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniyê balafirên şer ên Tirk êrîşên xwe yên li ser bajarokên Kantona Cizîrê didomîne.

Şevê din balafirên şer derdora stasyona elektrîkê ya bajarê Qamişlo kirin hedef. Her wiha du caran jî bi rêya dronekê navendek malzemeyên avahsaziyê kirin hedef.

Îro (26 Cotmeh) danê sibehê balefireke bê mirov û bi çek 3 caran li pey hev dermanxaneya taxa Meyslûn a bajarê Qamişlo kir hedef.

Duh (25 Cotmeh), balafirên şer 5 caran li pey hev kargeha oksîjenê û embara kolandina bîrên petrolê ya li bajarê Rimêlanê bombebaran kirin.

Sibeha roja Şemiyê (26 Cotmeh) jî balefirek bê mirov derdora firina otomatîk a bajarê Dêrikê kir hedef, her wiha fabrîqye mast û penîr di encamê de hat bombebarankirin û di encamê de sê karmendên jin birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Ereb Hesen ê girêdayî Minbicê çar caran bombebaran kir. Her wiha deriyê Ewn El- Dadat hat hedefgirtin û di encama êrîşê de çar kesên ku di nava wan de zarokek jî heye, birîndar bûn.

Dagirker li taxa Enteriyê ya Qamişloyê û Dêrikê binesaziyên xizmetê bombebaran dike.

LI MINBICÊ 2 ZAROK BIRÎNDAR BÛN

Dewleta Tirk a dagirker Deriyê Ewn Dadat a li bakurê kantona Minbicê jî, bombebaran kir. Di bombebaranê de 2 zarok birîndar bûn.

Zarokên birîndar li nexweşxaneyê hatin tedawîkirin.

Bombebarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Minbicê, didome.

Dagirkeran 6 top avêtin gundê El Derac, 6 avêtin gundê Ewn Dadat û 12 jî avêtin gundê Ereb Hesen. Bê navber gund bi obusan tên bombebarankirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Aqibê û Bênê yên navçeya Şêrawa ya Efrîê û gundê Kefer Garis ê Şehbayê bi obusan bombebaran kir. Têkildarî encama bombebaranê agahî nehatin bidestxistin.

Li aliyê din ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser stasyonên elektrîkê, li seranserî kantona Cizîrê û Kobanê elektrîk nîne.