Kongra Star: Em ê li dijî êrîşên dewleta Tirk têkoşînê mezin bikin

Meclîsa Kongra Star diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker rê li ber krîza mirovahiyê vedike û destnîşan kir ku ew ê li dijî êrîşan têkoşînê mezin bikin.

DAXUYANIYA KONGRA STAR

Meclîsa Kongra Star derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya xwe de hate diyarkirin ku berdewamkirina êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmê, israra wê ya li ser "siyaseta qirkirinê" li dijî pêkhateyên herêmê rave dike. Hate gotin, dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze destkeftiyên siyasî bi dest bixe û aloziyên xwe yên hundirîn derxe derve.

Di daxuyaniyê de êrîşên li ser şêniyan, zarokan û navendên tenduristiyê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van êrîşan jî hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên dewleta Tirk aloziya mirovî girantir dike û "terorê" vedijîne û li dijî projeya neteweya demokratîk û vîna gelan û jinan, e.

Meclîsa Kongra Star di dawiya daxuyaniyê de li hember êrîşan soz da ku têkoşînê mezin bike, destkeftiyên şoreşa jinan û pêkhateyan biparêze. Her wiha bang li jinan kir ku li hember êrîşan, bibin yek. Meclîsê bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildar kir ku ji ber "sûcên şer" ên li dijî herêmê, hesabê ji dewleta Tirk bipirsin.